Di konferansa Ocalan de panela, ‘netewe û xweseriya demokratîk’
Li Silêmaniyê di rûniştina panelê de ku li ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, projeyên neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk hatin nîqaşkirin.
Li Silêmaniyê di rûniştina panelê de ku li ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, projeyên neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk hatin nîqaşkirin.
Konferansa ku di roja duyem de tê lidarxistin, îro piştî nîvro bi serenavê “projeyên neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk” pêk hat.
Moderatortiya panelê rojnamevan Kemal Çomanî kir. Ji TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mansûr Sellûm û Berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata axivîn.
XELÎL: ME RÊYA SÊYEM AVA KIR
Ji TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li ser “wek yekîtiya cudahiyan neteweya demokratîk” nirxandin kirin. Aldar Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand ku di salên rejîma Baasê de mûxalefet lewaz bû û zext zêde bûn.
Xelîl diyar kir ku ji bo li Rojava azadî û demokrasiyê pêşkêşî gel bikin rêya sêyem hilbijartine û got, “Em nebûn parçeyek ji hêzên ku şerên desthilatdariyê didin.” Xelîl destnîşan kir ku ji ber şerê li Sûriyeyê guhertinek di demek kurt de gengaz nexuyî, bi bîr xist ku ji ber vê jî sîstemek parastinê ava kirine.
Xelîl wiha axivî: “Pêwîst e bû ji bilî parastinê sîstemek me ya rêveberiyê hebûya. Ji bo rêxistinkirina civakê rêveberiyek pêwîst bû. Ev jî ji komun û meclîsan pêk dihat.”
HER KESÎ DI SAZIYÊN ŞOREŞA ROJAVA DE CIH GIRT
Xelîl ji ber dema konferansê de gelek caran elektrîk hatin qutkirin, îroniyek wisa kir: “Li Rojava elektrîk ewqasî qut nabin. Li Kobanê jî 24 saetan elektrîk heye.”
Xelîl destnîşan kir ku di sîstema Rojava de ji jin, ciwan û her beşên civakê mirov hene, diyar kir ku tevî di vê mijarê de ezmûn nîn bûn jî gel ji dil û can bêyî li benda ti berdêlan be xebitiye û tevlî bûye. Xelîl got, “Îro her kes bi dildarî di saziyên Şoreşa Rojava de dixebitin.”
Xelîl ragihand ku tevî ambargoyê û şerê giran ê hundirê Sûriyeyê jî Rojavayî xwedî jiyanek hê aramtir û bi îstîqrar in, da xuyakirin ku ne wek sîstemên dewletê, bi şêwazê komun û meclîsan biryar û pêdiviyên xwe dikin yek. Xelîl bi lêv kir ku destpêkê piraniya hêzên YPG û YPJ’ê ji ciwanên Kurd pêk dihat, destnîşan kir ku piştre komên din ê gel jî tevlî vê bûne û yekîneyên taybet hatine avakirin.
Xelîl îfade kir ku jin li Rojava rolek pêşengtî dilîzin û di mekanîzmayên biryargirtinê de cih digirin, got, “Ev çavkaniya serbilindiya Şoreşa Rojava ye.”
Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rojava li ser çanda ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye pêş ketiye, ev çand jî wek “Çanda Ocalanîzm” pênase kir.
SELLÛM: ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞEK ZÎHNÎ YE
Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mansûr Sellûm bi serenavê “ezmûna Rojava/Bakurê Sûriyeyê ya xweseriya demokratîk” axivî.
Sellûm di axaftina xwe de “Bihara Ereban” bi bîr xist, ev raperîn wek bertekên li dijî netewe dewletê nirxand.
Sellûm, bi bîr xist ku raperînên ji Tûnûsê heta Misirê ji ber destwerdanên hêzên navneteweyî û herêmî ji armanca xwe ya esasî dûr ketiye.
Sellûm anî ziman ku ji ber şoreşa Rojava bi rêxistinî bû bi şans e, got; “Lewre, di afirnadina çareseriyek alternatîf de zehmetî nekişandin. Ev şoreşek zihnî, çandî, civakî bû.”
Sellûm destnîşan kir ku şoreşa Rojava tevahî gelên herêmê digire nav xwe, îfade kir ku ev şoreş li axên Sûriyeyê xwedî bandorek mezin e. Her wiha Sellûm bal kişand ser hêzên hevpar ên parastinê jî û behsa serkeftinên wan kir. Sellûm ji bo hê xurtkirina projeya demokratîk a di pêşengtiya Rojava de banga piştevaniyê li hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn û navneteweyî kir.
AKAT ATA: XWESERIYA DEMOKRATÎK SÎSTEMEK JINÊ YE
Ji qisekerên panelê Berdevak KJA Ayla Akat Ata jî bi serenavê “li Tirkiye û Bakur pêngava demokrasiyê” axivî. Akat ragihand ku pêdiviya Tirkiyeyê bi pêngavek demokrasiyê heye, îfade kir ku sedema wê ya herî girîng jî ew e ku wek bermahiyên Împaratortiya Osmaniyan rejîmek xwe dispêre netewebûna Tirk hatiye afirandin.
Ata bi bîr xist ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û îmhayê Kurd hê jî di bin qirkirinê de ne, ji ber bêdengiyê jî hêzên navneteweyî rexne kir.
Ata behsa projeya xweseriya demokratîk kir, got; “Destkeftiyên ku jinan bi awayekî azad û xweser bi rêxistinî afirandine, nîşan daye ku xweseriya demokratîk di cewher de sîstemek jinê ye.”
Ata, destnîşan kir ku xweseriya demokratîk ne wê li Tirkiyeyê tenê pirsgirêka Kurd çareser bike, her wiha ji bo pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê jî wê çareseriyên bingehîn bîne.