Di Kargeha Tupraş de şewat derket

Di Kargeha Tupraş a li Korfezê de şewat derket.

Di Kargeha Tupraş a li Korfezê de şewat derket.

Li Kargeha Tupraş a li navçeya Korfez a Kocaeliyê de şewat derket. Ji ber şewata bi hêz agir ji dûr ve xuya dikir, ekîbên agirkuj sewqî herêmê hatin kirin, dest bi vemirandinê hat kirin. Di daxuyaniya ji aliyê Tupraş ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Îro saet di 15:15’an de bi sedema arizeya di ekîpmanê ya Refîneya Îzmît a Tupraşê de şewat derket. Ekîbên me yên ewlekariyê li gel bi tîmên emniyetê re mudaxele dikin. Têkildarî mijarê wê agahî bi raya giştî re were parvekirin.”