Di dema derbasbûna maşîna leşkerî de teqînekê rû da
Li Şemzînanê, di dema derbasbûna maşîna leşkerî de teqînekê rû da. Li ser hejmara mirî û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket.
Li Şemzînanê, di dema derbasbûna maşîna leşkerî de teqînekê rû da. Li ser hejmara mirî û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket.
Li nêzî gundê Şapatan ê li navçeya Colemêrg Şemzînanê, dema maşîneke zirxî danê êvarê li dewriyê digeriya, teqînekê rû da.
Piştî teqînê dengê çekan ji herêmê hat bihîstin.
Li ser mirî û birîndaran agahî bi dest neket.
Liv û tevgera polîs û leşkeran a piştî teqînê heta danê sibehê dewam kir.