Di çalakiyên li Ewropa de banga xwedîderketina li xwerêveberiyan
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya û Hollandayê dijîn, nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyên AKP'ê dan û xwerêveberî silav kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya û Hollandayê dijîn, nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyên AKP'ê dan û xwerêveberî silav kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya û Hollandayê dijîn, nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyên AKP'ê dan û xwerêveberî silav kirin.
Almanya ile Hollanda'da yaşayan Kürtler ve dostları, AKP katliamlarına sert tepki göstererek, öz yönetimleri selamladı. Direnişin sahiplenilmesi gerektiğinin belirtildiği etkinliklerde, "Sessiz kalırsak tarih bizi yargılayacak" vurgusu yapıldı.
RHEÎNE: Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Rehîne dijîn, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ragihandin. Kongreya li lokala Komeleya Çanda Kurd Elman bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Nûnera YJK-E di axaftina xwe ya li kongreyê de banga xwedîderketina li xwerêveberiyan kir û got, "Çawa ku em li Rojava bi serketin, em ê li Bakurê Kurdistanê jî bi ser bikevin." Li ser navê NAV-DEM'ê Tahir Koçer jî axivî û got, "Eger di vê pêvajoya awarte de Kurdistanî li her devera lê ne xwe birêxistin bikin, wê hîn bêhtir karibin bersivê bidin pêvajoyê." Di encama kongreyê de komîsyonên rêxistinî, ciwan/spor, bawerî, çand, aştî û lihevanîn, têkiliyên derve, ziman û perwerde, dîsîplîn, maliye û malbatên şehîdan hatin avakirin û meclîsa ji 41 kesan hat damezrandin. Ji bo Hevserokatiyê jî Aysel Tûrsûn û Nadîr Ayhan hatin hilbijartin.
STÛTTGART: Li bajarê Elmanya Stûttgartê, Federasyona Elewiyan a Demokratîk çalakiyek bi serenavê "Ji duh heta îro li hev civîna baweriyên bindest ên li Mezopotamya û Anatoliyê" lidar xist. Di çalakiya li salona dawetê ya Kûltûrhaûs Arena de nûnerê FEDA, pîrên FEDA Pîr Riza Yagmûr û Pîr Alî Balî tevlî bûn. Her wiha Roja, Erdogan Emîr, Cemîl Koçgun, Ozan Emekçî, Ozan Comert, Şiyar Mûnzûr û Kalo-Seydo Hazar derketin ser dikê. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stûttgartê Cemal Okçûoglû di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û got, "Em ê Erdogan têk bibin." Okçûoglû banga xwedîderketina li xwerêveberiyan kir.
'EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN'
Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr jî birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane bibîr xist û bi gotina "Ev mirovahiyeke çawa ye" nerazîbûn nîşan da. Goksûngûr got, "Bi ruhê Kobanê em xwedî li berxwedanên xwerêveberiyê yên Cizîr û Sûrê derkevin." Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr û Erdal Ataş jî bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bûn û destnîşan kirin, ku bi berxwedanê re pêşî li êrîşan dikare bê girtin. Parlamenteran banga xwedîderketina berxwedanê li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kirin.
AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevî parlamenterê HDP'ê yê berê Ozdal Uçer Kurdistanî li dora taştê li hev civiyan. Di kombûnê bal hat kişandin ser êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û girîngiya berxwedana xwerêveberiyê hat destnîşankirin.