Di çalakiya Geverê de 3 polîsên Tirk birîndar bûn

Li Geverê dema derbasbûna wesayîta zirxî ya akrep a polîsan de teqînekê rû da. Di teqînê de 3 polîsên Tirk birîndar bûn.

Li Geverê dema derbasbûna wesayîta zirxî ya akrep a polîsan de teqînekê rû da. Di teqînê de 3 polîsên Tirk birîndar bûn.
Piştî teqînê tîmên taybet ên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî xwedekaran kir. Li hember êrîşan jî ciwan xweparastin pêk anîn û li ser vê polîs paş de vekişiyan.

Li navçeya Gever a Colemêrgê di dema derbasbûna wesayîta zîrxî a polîsan de teqînekê rû da. Di encama teqîna li ser rêya Hevrîşimê, wesayîta zirxî ya polîsên Tirk, bêkêr bû. Piştî teqînê gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê kirin, wesayît rakirin û ji cihê bûyerê dûr xistin.

Hat diyar kirin ku di teqînê de 3 polîsên Tirk birîndar bûn, piştî teqînê wesayîtên ku sewqî herêmê hatin kirin bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên li derdor û xwedekaran kirin. Ji ber sedema zêde bikaranîna bombeyên gazê gelek xwedekar ketin panîkê. Xwendekar û ciwanan li hember êrîşan ketin xweparastinê, bi gulmên berfê, parçeyên qeşayê û keviran êrîşî wesayîtên polîsan kirin.

Wesayîtên zirxî yên polîsan xwe li hember berxwedana ciwanan negirtin û şûn de zivirîn.