Dewleta Tirk bi awayekî girseyî li Elmanyayê hat protestokirin

Kurd û dostên wan li gelek navendê Elmanyayê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Çalakgeran berxwedana gel a li Sûr, Nisêbîn, Kerboran û gelek bajarên din, silav kirin.

Kurd û dostên wan li gelek navendê Elmanyayê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Çalakgeran berxwedana gel a li Sûr, Nisêbîn, Kerboran û gelek bajarên din, silav kirin.

DUSSELDORF: Li Dusseldorfê, li ser banga Navenda Ciavka Demokratîk û TJK-E, Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de bi pankarteke mezin, wêneyên komkujiyên dewleta Tirk tîne serê gelê Kurd, hat nîşandan. Girseya gel saet di 16:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk a li Dusseldorfê civiya û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriya.

BREMEN: Li ser banga NAV-DEM, KCD-E û Civata Mizgefta Seîdî Kurdî ya li Bremenê, Kurdistaniyên li Bremen û derdora wê dijîn li ber Parlamenta Eyaletê civiyan. Piştî daxuyaniya li vê derê, li ser komkujiyan agahî ji Elmanan re hat dayîn û ji wan hat xwestin, ku bêdeng nemînin. Çalakgeran bang li jin û ciwanên li Ewropayê dijîn kirin ku xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê derkevin û gotin, "Em bang li gelê xwe dikin, ku li dijî komkujiyên li Kurdistanê bi hişyarî tevbigere û çalakiyên demokratîk pêk bîne."

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrgê, bi pêşengiya TJK-E Kurdistanî û Tirkiyeyiyan li ber Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê mîtîng lidar xistin û hovîtiya dewleta Tirk bi rojane li Kurdistanê dike, şermezar kirin. Bi sedan kesên saet di 16:00 de li ber konsolosxaneyê li hev civiyan, dirûşmên "Kujer Erdogan" qîriyan û berxwedana xweseriya demokratîk a li Sûr û navçeyên din ên Kurdistanê silav kirin. Di axaftinên li mîtîngê de li dijî rejîma AKP'ê ya faşîst banga têkoşîna topyekûn hat kirin. Di dawiya çalakiyê de hat bibîrxisitn ku wê êvara Sêşemê saet di 18:30 de li Zanîngeha Hambûrgê bi beşdariya Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek civîna gel were lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.

KOLN: Li Meydana Dom a Kolnê, Kurdistanî û dostên wan saet di 17:00 de li hev civiyan û ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dike, mîtîngek lidar xistin. Di çalakiya ku Elmanan eleqeyeke mezin nîşan dan de, hikûmeta Merkel bi tundî hat rexnekirin û bang li gelê Elman hat kirin ku neçin Tirkiyeyê û boykot bikin. Di axaftinên li vir de jin, zarok, ciwan, extiyarên Kurd ên ji aliyên hêzên çekdar ên AKP'ê ve tên qetilkirin hatin bibîrxistin û banga destekkirina xwerêveberiya gelê Kurdistanê hat kirin. Çalakiyên Kurdistaniyan ên li Kolnê wê di nava vê hefteyê de jî dewam bikin. Li gorî vê yekê wê di 15'ê Kanûnê (îro) saet di 16:00 de li Hurthê li ber Konsolosxaneya Tirk mîtîng bê lidarxistin û rojên Çarşem, Pêncşem û Înê jî li Meydana Domê saet di navbera 15:00-20:00 de kon were vedan.

HAGEN: Li bajarê Hagenê li ser banga TJK-E û KCD-E, bi armanca şermezarkirina komkujiya AKP li Sûrê û bajarên din ên Kurdistanê dike, meşek protestoyî hat lidarxistin. Kurdistaniyên li kolana Stasyonê civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Gelê Sûrê ne bi tenê ye" meşiyan. Di axaftinên i çalakiyê de banga xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê û xurtkirina çalakiyan hat kirin.

ESSEN: Kurdistaniyên li bajarên Essen û Dortmûndê dijîn, bi heman armancê li ber Konsolosxaneya Tirk a Essenê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Dewleta Kujer", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Li aliyê din, Kurdistanî wê sibe saet di 16:00 de careke din li ber Konsolosxaneya Essenê bicivin.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgartê, Ciwanên Apoyî êrîşên dewleta Tirk ên li Sûr, Cizîr, Silopiya û Kerboranê, bi meşeke korsan protesto kirin. Ciwanên bi meşaleyan heta Konsolosxaneya Tirk meşiyan, dirûşmên "Bijî Berxwedana Amedê", "Bijî Serok Apo" qîriyan.

...