Destûr nayê dayîn Hevserokê DBP'ê yê navçeyê ji malê derkeve

Hevserokê DBP'ê ya Navçeya Kerboranê Abdûrrahman Arslan ê ku hat binçavkirin û piştre serbest hat berdan, ji ber dorpêçiya polîsan nikare ji mala xwe derkeve. Polîs gefê li Arslan dixwin.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, ku terora dewleta Tirk û berxwedana gel di roja 15. de lê dewam dike, Hevserokê DBP'ê yê Kerboranê Abdûrrahman Arslan ê hat binçavkirin piştre serbest hat berdan, mala wî hatiye dorpêçkirin. Polîsên tevgera taybet ên Tirk nahêlin ku Arslan derkevin ber deriyê xwe jî û gefê lê dixwin. Arslan got, "Ji min re dibêjin, 'tu gel provoke' dike. Dixwazim derkevim derve, lê li pêşiya xanî nahêlin. Protestokirina vê qedexeya bêhiqûqî, mafê me yê herî xwezayî ye. Lewma me bi gel re ev qedexe protesto kirin. Lê belê nahêlin ez derkevim pêşiya mala xwe. Li dora xaniyên min, tîmên taybet bi cih bûne."