Dersîm: Şoreşa Rojava şoreşa hemû gel û baweriyan e

Şervanê YPG'ê Şiyar Dersîm, bi wesîleya salvegera 4. şoreşa Rojava nirxand û diayr kir, Şoreşa Rojava serketina vîn û têkoşîna hevpar a gelên bindest û hemû baweriyan e.

Şervanê YPG'ê Şiyar Dersîm, bi wesîleya salvegera 4. şoreşa Rojava nirxand û diayr kir, Şoreşa Rojava serketina vîn û têkoşîna hevpar a gelên bindest û hemû baweriyan e.

ŞOREŞA ROJAVA DERKETINA JI KAOSÊ YE

Şiyar Dersîm da xuyakirin, ku pêvajoya bi navê 'Bihara Ereb' hem rewşeke erênî hem jî ya neyînî afirand û anî ziman, Rojhilata Navîn ket nava rewşeke kaosê.

Şiyar Dersîm diyar kir, li Rojhilata Navîn sîstemên netewe dewlet têk çûne, ti alternatîf jî li hemberî vê nehatiye afirandin û got, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi paradîgma xwe ya nû, bû li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê bû rêya rizgariya ji vê kaosê.

Dersîm destnîşan kir, ku şoreşa li Rojava pêk hat bi perspektîfeke bi vî rengî ya têkoşînê derket holê û ragihand, bi têkoşîna demdirêj a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Sûriye û Rojava re, zemîn ji şoreşê re hat amadekirin.

ŞOREŞ BERSIVA LI DAXWAZA AZADÎ, EDALET, WEKHEVÎ Û JIYANA AZAD E

Dersîm da xuyakirin, ku şoreşa di 19'ê Tîrmehê de destpê kir, ji ber ku bersiv da daxwazên gelan ên azadî, edalet, wekhevî û jiyana azad, hemû beşên civakê xwedî lê derketine.

Şiyar Dersîm da zanîn, Şoreşa Rojava ya li cihekî biçûk destpê kir, ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê hat belavkirin û bû ku cîhan tev hurmetê nîşanî wê bide.

Şervanê YPG'ê her wiha bibîr xist, çeteyên weke El Nûsra, Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam û DAIŞ'ê, wekî din rejîma Baas ji aliyê gel ve nehatine qebûlkirin.

Şiyar Dersîm da xuyakirin, ku bi taybetî rêxistinên çete DAIŞ û El Nûsra bi komkujiyên xwe nîşan dan bê çeteyên çiqasî li derveyî mirovahiyê ne. Dersîm got, gelê ku ev rastî dît, li dora Şoreşa Rojava bû yek û têkoşîn mezintir kir.

ŞOREŞA ROJAVA NÊRÎNA CÎHANÊ YA LI KURDAN GUHERAND

Navborî anî ziman, welatên DYA û Ewropayê bi salan Tevgera Azadiyê ya Kurd terorîze kirin, lê belê bi Şoreşa Rojava ve nêrîna tevahiya cîhanê ya li Kurdan bi giranî hatiye guhertin.

Dersîm diyar kir, cîhanê tev rastiya Tevgera Azadiyê ya Kurd dîtiye, lê belê dewleta Tirk berevajî cîhanê ji bo fetisandina şoreşê, hemû derfetên xwe bi kar aniye.

Dersîm got, "Divê dewleta Tirk zanibe; gelê Kurd wê heta kêliya dawî xwedî li nirxên xwe yên azadiyê derkeve. Pêwîste dewleta Tirk derhal ji van polîtîkayên xwe yên şaş vegere û dev ji dijminatiya li Kurdan dike, berde."

...