Demîrtaş: Em ne mîhên li ber kêrê ne, bila gelê me li benda peyama me be

Demîrtaş li Nisêbînê axivî, bal kişand ser rewşa birîndarên li Cizîrê wiha got: “Li gor hevdîtinên bi hikûmetê re em ê daxuyaniyê bidin. Eger rewşek awarte derkeve, em ê peyama pêwîst bidin gelê xwe.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Nisêbînê axivî, bal kişand ser rewşa birîndarên li Cizîrê wiha got: “Li gor hevdîtinên bi hikûmetê re em ê daxuyaniyê bidin. Eger rewşek awarte derkeve, em ê peyama pêwîst bidin gelê xwe. Em ne mîhên li ber kêrê ne, bila gelê me li benda peyama me be.”

şBerxwedana nobedê ya li Taxa Girêmîra ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku bi banga DBP’ê di çarçoveya Meşa Botanê ji bo şkandina dorpêça li ser Botanê despê kir, li Nisêbînê dewam dike. Heyeta ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav de tevlî berxwedana nobedê bû, daxuyanî da. Bi hezaran kes tevlî daxuyaniya li pêşiya Navenda Çanda Mîtannî bû. Qada daxuyaniyê ji aliyê bi deha wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin, gel  bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bê Serok Jiyan Nabe” ve qad lerizand.

‘JI BERXWEDÊRÊN XWERÊVEBERIYÊ HEZAR SILAV’

Kamûran Yuksek destpêkê axivî, destnîşan kir ku bi berxwedana li Nisêbîn, Sûr, Silopiya û Cizîra leheng ve berxwedanek polîtîkayên qetlîamker parçe parçe dike derketiye holê, silav li berxwedêran kir. Yuksek got di berxwedana 40 salan a gelê Kurd de asta herî bi heybet derketiye holê, wiha dom kir: “Gelê me yê dest ji berxwedanê bernade, îro ji pêvajoyek dîrokî derbas dibe. Îro gelê Kurd bi berxwedana xwe ve azadiya xwe ya sedsalê dinivîse.”
Yuksek destnîşan kir ku dema berxwedana li hember hikûmeta ku li Rojava gelê Kurd nas nake û qetlîaman dike ye, wiha axivî: “Ji berxwedêrên azadiyê re hezar silav.”

‘WISA BIDOME WÊ GEL NEXWAZIN BI HEV RE BIJÎN’

Yuksek got bi wehşeta li bodrûma malek li Cizîrê ve hikûmet peyama, “Em ê welat bikin gola xwînê” dide, wiha dewam kir: “Gelê me hê jî dixwaza bi gelên Anatolya re bi xwişk û biratî bijî. Eger wisa bidome wê gel nexwazin bi hev re bijîn. Ji bo dawî li van polîtîkayên qetlîamker werin, em ê berxwedanê bidomînin.”

‘BI PEYAMEK OCALAN VE XENDEK WÊ BÊN GIRTIN’

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî got HDP’e bangên aştiyê ji zimanê xwe naxistiye, wiha dom kir: “Hikûmet bi êrîşên Enqere, Amed û Pirsûsê ve helwesta xwe ya şerxwaz bi awayekî aşkera nîşan da. Serokkomar û Serokwezîrê ku divê ji aştiyê berpirsiyar bin hê jî dibêjin, ‘wê çek baxivin’. Xendek û barîqat hincet in. Eger bê xwestin bi daxuyaniyek ji Îmraliyê ve ew xendek û barîqat dikarin di rojekê bên girtin.”

‘EGER ŞER HEBE WÊ GELEKÎ BERXWEDÊR JÎ HEBE’

Demîrtaş got êdî gotina aştiyê bûye sedemek sûcê, bi bîr xist ku hikûmeta şerxwaz çareseriyê di girtina xendekan, hilweşandin û şewitandina malan de digere. Demîrtaş destnîşan kir ku çareserî ji Îmraliyê derbas dibe, bi bîr xist ku hikûmetê maseya Îmraliyê bi erdê re kiriye yek û rakiriye sarincê. Demîrtaş da xuyakirin ku AKP’e wê nikaribe bi şer û qetlîaman serî li gelê Kurd bitewîne, destnîşan kir ku eger hikûmetek di şer de israr dike hebe wê gelekî berxwedêr jî hebe.

‘BILA GELÊ ME LI BENDA DAXUYANIYA ME BE’

Demîrtaş ragihand ku têkîldarî rewşa birîndarên li Cizîrê wek HDP’e hevdîtinên xwe didomînin, wiha peyam da: “Ji bo rizgariya gelê berxwedêr, bila ji Amedê heta Cizîrê, ji Nisêbînê heta Antalyayê gel rabin ser piyan.” Demîrtaş diyar kir ku bi taybet ji bo rewşa birîndaran di merheleya herî dawî de ne, wiha bang kir: “Li gor hevdîtinên bi hikûmetê re em ê daxuyaniyê bidin. Divê guh û çavên gelê me li daxuyaniya me be. Eger rewşek awarte derkeve, em ê peyama pêwîst bidin gelê xwe. Em ne mîhên li ber kêrê ne, bila gelê me li benda peyama me be.”