Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir, ku ji bo wergirtina birîndarên ev 12 roj in li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê man e û ev 4 roj in agahî ji wan nayê girtin, ew dixwazin tevî heyetekê û kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz, biçe wê avahiyê. Demîrtaş bang li hikûmetê kir, ku korîdora însanî veke.
Heyeta HDP û DBP'ê li ser mijarê li Mêrdînê civîna çapemeniyê pêk anî.
HEVSEROKAN DAXUYANÎ DAN ÇAPEMENIYÊ
Di civîna çapemeniyê ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Parlamenterên HDP'ê Bûrcû Çelîk Ozkan û Alî Atalan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol Akay, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak amade bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li civînê axivî û anî ziman, ku ji bo rakirina qedexeya derketina derve û qedandina trajedî û binpêkirina mafên mirovan partiya wan di nava hewldanên berfireh de ye. Demîrtaş diyar kir, tevî vê helwesta partiya wan hikûmet bi ti awayî berpirsyariyên xwe yên wijdanî, hiqûqî û exlaqî bi cih nîne.
'HETA KU REWŞA LI JÊRZEMÎNA WEHŞETÊ ZELAL BIBE, EM Ê JI VIR NEÇIN'
Demîrtaş bibîr xist, ku ev 4 roj in ew nikarin agahiyan ji birînarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê werbigirin û da zanîn, heta niha der barê rewşa birîndaran de wan agahiyeke zelal bi dest nexistine. Demîrtaş got, "Li Cizîrê bi dehan mirov hene ku em nizanin sax in, birîndar in, birçî ne, tî ne û ev 4 roj in em nikarin agahiyan ji van mirovan bigirin. Partiya me giraniya xwe daniye ser vê mijarê. Lê mixabin heta vê kêliyê, me encamek zelal bi dest nexistine. Li ser rewşa tenduristiyê ya birîndaran me agahiyeke zelal bi dest nexistine. Dibe ku çareseriya pirsgirêka Kurd di rojekê de pêk neyê, lê ev drama mirovahiyê dikare niha bê qedandin. Tevî hevşaredar û parlamenterên xwe, heta rewşa li jêrzemîna wehşetê zelal bibe, em ê ji vir neçin."
BANGA 'KORÎDORA ÎNSANÎ VEKE' LI HIKÛMETÊ HAT KIRIN
Demîrtaş da xuyakirin, ku tevî heyeteke ew jî di nav de bi kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz re ew dixwazin biçin Cizîrê, biçin wê avahiyê û birîndaran ji wir derxînin. Demîrtaş ev bang li Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir: "Tabloya derkeve holê, dibe ku pirên di navberê de hilweşîne ku veger êdî jê nabe. Dibe ku rewşeke welê derkeve holê, mirov careke din nikaribin qala çareseriyê, qala muzakereyê bikin. Ji bo vê rewşa însanî divê hûn bersivekê bidin. Bêyî spekulasyonek bê afirandin, ez û ekîbeke tenduristiyê em dixwazin biçin wê avahiyê. Divê ev mijar weke mijareke dikare rê li ber şikestinên cidî veke were dîtin. Em hêvîdar in mirovên li wê derê dijîn. Cizîr bi temamî hatiye dorpêçkirin. Eger em biçin wê derê, wê mirovên li wê derê ji nexweşxaneyê re bên şandin. Bêwate ye ku ev yek weke bûyereke krîmînal were nîşandan."
Demîrtaş da xuyakirin, ku ji bo vekirina korîdora însanî, eger şerekî li Cizîrê diqewime hebe, divê were sekinandin, agirbest ji her du aliyan ve bê ragihandin û got, "Eger şerekî niha li Cizîrê diqewime hebe, em ji her kesên niha çek di destê wan de heye dixwazin, çi dibe bila bibe guleyan neteqînin."
'BILA GELÊ ME BI BALDARÎ LI BANGÊN ME GUHDARÎ BIKE'
Demîrtaş diyar kir, hebûna wan a li Mêrdînê û daxwaza çûyîna Cizîrê ji bo rakirina trajediya însanî ye, ti daxwazeke siyasî nîne û ev bang li gel kir: "Bila gelê me bi baldarî li bangên me guhdarî bike. Li her derê bila gelê me bi hestyariyeke mezin amade be. Ji ber ku em naxwazin li wê derê tabloyeke wehşetê bibînin. Hikûmet wê di binê vê de bimîne û nikare vê ji kesî re îzah bike. Mirovên li wê derê di rewşeke şer bike de nînin, li bendê ne alîkarî ji wan re bê dayîn. Gelekî girîng e îro heyeta me biçe wê derê. Pêwîste hikûmet vê hewldana me erênî binirxîne. Bila vê banga me bi awayekî cidî binirxîne. Em dixwazin ev hewldana me bi kûrahî bê nirxandin. Ez spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya gelê me yê bi rojan e bi hestyarî tevdigere dikim. Divê ev helwest ev biryardarî ji sedî sed bidome. Rêya herî xurt a ji holêrakirina van zor û zehmetiyan yekîtiya gel e."
Li ser pirsa 'Wezîrê Tenduristiyê dibêje, çûyîna wê derê nepêkan e' Demîrtaş ev bersiv da: "Ez amade me bi ekîba tenduristiyê ya şaredariya me re biçim wê derê. Bila nebêjin çûyîna wê derê nepêkan e. Bila ti bahaneyan nebînin û rê vekin; em ê biçin wê derê û birîndaran rakin nexweşxaneyê."
Hevserok ji bo çûyîna Cizîrê, axaftina bi wezîran re didomînin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî da xuyakirin, ku rewşa heyî û birîndarên ku roj bi roj jiyana xwe ji dest didin, di nava civakê de rê li ber birîneke mezin vekiriye.