Demîr: Şehîd ji bo me çavkaniya herî girîng a wêrekiyê ye
Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Kelîme Demîr diyar kir, Şoreşa Rojava ku çavkaniya hêviya hemû gelan e, bi xwîna şehîdan xurt bûye û got, "Şehîd ji bo me çavkaniya herî girîng a wêrekiyê ye."
SÎNAN DENÎZ
KOBANÊ
pêncşem, 21 tîrmehê 2016, 07:20
Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Kelîme Demîr diyar kir, Şoreşa Rojava ku çavkaniya hêviya hemû gelan e, bi xwîna şehîdan xurt bûye û got, "Şehîd ji bo me çavkaniya herî girîng a wêrekiyê ye." Demîr bi wesîleya salvegera çaremîn, Şoreşa Rojava ji ANF'ê re nirxand.
Kelîme Demîr bal kişand ser zor û zehmetiya gel a beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê û bibîr xist, ku ziman û çanda Kurdan qedexe bû. Demîr diyar kir, beriya şoreşê hem ji aliyê fîzîkî, hem jî ji aliyê manewî ve îşkece li gelê Kurd dihat kirin û gelê Kurd nikarîbû mafên xwe biparêze. Demîr da zanîn, hingî beşeke mezin a Kurdan bê nasname hatibûn hiştin û Erebên li cih û warên Kurdan hatibûn bicihkirin, ji Kurdan bêhtir bi derfetên zêde û rehetî dijiyan.
Demîr da xuyakirin, ku pêvajoya bi navê "Bihara Ereb" hat destpêkirin, cîhana Ereb ser û bin kir û bandora xwe li Sûriyeyê jî kir. Demîr diyar kir, dijberên bawer bûn ku wê rejîma Esad biçe, piştî mûxalefeta demekê ya li hemberî rejîmê, berê xwe dan herêmên Kurdan û xwestin Rojavayê Kurdistanê bixin destê xwe.
Kelîme Demîr, ji bo çavkaniya wêrekiyê ya Kurdan, bi taybetî gelê Kobanê, ku şoreş da destpêkirin, ev nirxandin kir:
ŞEHÎD ÇAVKANIYA MORALÊ YE
"Çavkaniya herî girîng a vê wêrekiyê, nêrîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Tevî vê yekê, bi sedan keç û xortên Kobanê yên ev felsefe nas kirin, tevlî têkoşîna li çiyê bûn. Şehîd jî hatibûn dayîn. Her wiha gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya bi salan moral da me. Wekî din, girîngiyeke dîrokî ya Kobanê heye; Rêber Apo dema derbasî nava Rojhilata Navîn bû ji vir derabs bû û wextekê li vir ma. Bandora vê yekê jî li ser gelê Kobanê hebû. Û wekî din, tevkariya şehîdên têkoşîna PKK'ê, gelekî çêbû. Keç û xortên ji Kobanê di nava têkoşîna PKK'ê de şehîd ketin. Şehîd Dîcle û Şehîd Fîraz ji Kobanê bûn. Ev û gelek şehîdên piştî wan, di berxwedana vî gelî, di rabûna ser piyan de bûn çavkaniya moralê. Şehîd ji bo me çavkaniya herî girîng a moralê ye. Wate ji mirinê yanî ji 'mirina bi wate' re hat dayîn. Ji xwe em di bin kontrola rejîmê de her roj dimirin. Ti wateyeke jiyanê nebû. Hat gotin, 'mirineke bi şeref, ji jiyaneke vala çêtir e'.
ŞEVA 18'Ê TÎRMEHÊ
Li ser vê bingehê me xwe gihand 18'ê Tîrmehê. Wê rojê li bajê civîna Meclîsa Gel hat lidarxistin. Piştî vê civînê biryar hat dayîn, saet di 01:00 de bavêjin ser 3 nuqteyên rejîmê yên li bajêr. Heta ev biryar bê dayîn jî, ji aliyê xweparastin û rêxistinbûna gel ve, em gihaştibûn asteke girîng. Li hemberî dijderketina li vê serdegirtinê jî, yekîneyên xweparastinê amade bûn. Ji xwe, hê di destpêka tevlîheviya li Sûriyeyê de nêrîna, 'divê amadekariyek bi vî rengî bê kirin' derket holê. Ji ber ku dihat zanîn wê ev tevlîhevî rojekê bandorê li Kurdan bike, xebatên birêxistinkirina gel û xweparastinê hatin kirin. Di vê mijarê de, bi taybetî ji komkujiya Qamişlo ya sala 2004'an tecrûbe hatibûn derxistin. Hêzên rejîmê yên biryardariya me fêm kirin, bêyî li ber xwe bidin teslîm bûn."
GEL BI COŞEKE MEZIN 19'Ê TÎRMEHÊ PÊŞWAZÎ KIR
Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan Kelîme Demîr da xuyakirin, ku gel li pêşberî rewşa heyî matmayî ma bû û got, "Tiştekî ku wan jê bawer nedikir, pêk hatibû. Ji aliyekî ve kêfxweşî hebû, li aliyê din jî tirs û fikar. Yanî hê tirsiyan ku rejîm careke din vegere. Lê kêfxweşî zêdetir bû. Ji gundan ber bi bajêr ve timî mirov dihatin. Mirovan nedizanî bi çi rengî kêfxweşiya xwe nîşan bidin. Şahî dihatin lidarxistin. Piştî vê şoreşa li Kobanê, Qamişlo û Efrînê jî rabûn ser piyan. Bêguman sedemeke xwe heye ku şoreşa li herêmên Rojava ji hev cuda pêk hatin. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rejîmê ve hat parçekirin û di navbera her sê herêman de Ereb hatin bicihkirin, şoreş di heman demê de destpê nekir. Lê tiştek ji bîr kiribûn; beden ji hev cuda jî be, nêrîna Rêber Apo li her sê kantonan di heman astê de bi cih bûye."