Deh hezaran Medenî Orak oxir kirin

Medenî Orak ê li Nisêbînê hat qetilkirin, ji aliyê dehhezaran ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Medenî Orak ê ku li Nisêbînê hate qetilkirin îro ji aliyê bi dehezaran kesî ve hate oxirkirin. Kurê Medenî Orak, Mîlad Orak di merasîma cenazeyê de bi van gotinan bang li gel kir: "Ev êş tenê li Nisêbînê bimîne nabe. Divê gel li metropolan rabin serhildanê."

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di 22'ê kanûnê de bavê 8 zarokan Medenî Orak (41), ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hatibû qetilkirin. Orak îro bi merasîmeke cenazeyê ya bi heybet, bi tevlîbûna dehezaran kesî ve spartin axê. Destpêkê, li Qada Newrozê ya Taxa Devrîmê bi dehezaran kes kom bûn û dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî berxwedana Sûrê” qîr kirin. Di merasîmê de gelek caran li hemberî êrîşên hikumeta AKP'ê bertek hate nîşandan. 

'BERXWEDANA GEL A MEZIN ŞERT E'

Kurê Medenî Orak, Mîlad Orak di merasîma cenazeyê de axivî û diyar kir li hemberî êrîşan divê berxwedana gel a giştî were pêşxistin. Orak got ku tenê berxwedana Nisêbînê têr nake û wiha axivî: "Divê di serî de Qoser, Midyat, Şenrex, wêrik hemû navçeyên Mêrdînê û hemû bajar rabin ser piyan. Berxwedana gel a mezin êdî şert e."

Piştî axaftinan, girse darbesta Orak da ser milan û dest bi meşê kir. Bi dehezaran kes tevlî meşê bû û li herî pêş jî zarokên Orak bi wêneyên bavê xwe ve meşiyan. Piştî meşê, cenazeyê Orak bi dirûşmên "Em ê Li Ber Xwe Bidin û Biserkevin" û "Şehîd Namirin" li Goristana Hacilar hate definkirin. 

Piştî definkirinê xizmên Orak li ser gorê lorandin. 

Dê şîna Orak li Mala Şînê ya Taxa Devrîm were danîn.