DBP: Em ê têkoşîna Şehîdên Pirsûsê bidomînin
DBP'ê 33 şoreşgerên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û soza mezinkirina têkoşînê da.
DBP'ê 33 şoreşgerên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û soza mezinkirina têkoşînê da.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), bi wesîleya 1. salvegera komkujiya Pirsûsê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji daneyên derketine holê eşkere dibe ku agahiya emniyetê, îstîxbarat û burokratên berpirsyar ji êrîşê hebû û tevî vê yekê jî pêşî lê negirtine.
BERPIRSYAR AKP YE
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku berpirsyarê komkujiya li Pirsûsê AKP ye û komkujiyên li Amed û Enqereyê hat bibîrxistin.
Di dewama daxuyaniyê de hat xwestin, ku komîsyonek heqîqet û edaletê bê avakirin û di serî de komkujiya Pirsûsê hemû komkujiyan lêkolîn bike.
DBP'ê hemû şoreşgerên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Em ê dilsozê bîranîna wan bin û soz didin ku têkoşîna xwe di asteke bilindtir de bimeşînin."