Çomanî: Nêrînên Ocalan li Başûrê Kurdistanê her ku diçe bi bandortir dibe
Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Kemal Çomanî bal kişand ku nêrînên Ocalan piştî Şoreşa Rojava li Başûrê Kurdistanê hê bi bandortir bûye, bêtir hatiye hezkirin û qebûlkirin.
Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Kemal Çomanî bal kişand ku nêrînên Ocalan piştî Şoreşa Rojava li Başûrê Kurdistanê hê bi bandortir bûye, bêtir hatiye hezkirin û qebûlkirin.
Akademîsyen ji Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Brewarî destnîşan kir ku derketina ji kaosa Rojhilata Navîn bi îdeolojî û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gengaz e. Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Kemal Çomanî jî bal kişand ku nêrînên Ocalan piştî Şoreşa Rojava li Başûrê Kurdistanê hê bi bandortir bûye, bêtir hatiye hezkirin û qebûlkirin.
Erkdarê Perwerdehiyê yê li Zanîngeha Selahaddîn Dr. Kamûran Berwarî û Rojnamevan Kemal Çomanî yên li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê tevlî konferansa ku nêrînên Ocalan tê nîqaşkirin bûn, ji ANF’ê re axivîn.
Di konferansa 3 rojan de ku li Silêmaniyê îro destpê kir, nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aştî û îstîqrara li Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin.
BERWARÎ: JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN DIVÊ OCALAN AZAD BE
Berwarî got, “Siberoja Rojhilata Navîn ber bi nediyarî, tarîtî û pêvajoyek bi xwîn ve diçe” destnîşan kir ku îdeolojî û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê kaosê de hêvî û ronahiya siberojê ye.
Berwarî daxwaza azadiya Ocalan kir û got: “Divê Birêz Ocalan di nav gelê xwe û li welatê xwe be. Pêwîst e şert bên eyarkirin ku bi awayekî azad tevlî pêvajoya siyasî bibe.”
ÇOMANÎ: NÊRÎNÊN OCALAN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HER KU DIÇE BI BANDORTIR DIBE
Rojnamevan Kemal Çomanî yê moderatortiya rûniştina konferansê dikir jî bal kişand ku bi taybet piştî Şoreşa Rojava nêrînên Ocalan li Başûrê Kurdistanê hê bi bandortir bûne, hatiye hezkirin û qebûlkirin.
PÊWÎST E LI HEWLÊR, DIHOK Û BEXDAYÊ KONFERANS BÊN LIDARXISTIN
Çomanî ragihand ku divê tezên çareseriyê yên Ocalan li çar aliyê cîhanê bê nîqaşkirin, got: “Me dixwest ev konferansa li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê bihata lidarxistin, lê ez hêvî dikim ku konferansên ji niha û şûn de li navendên wek Hewlêr, Dihok, Kerkûk û Bexdayê bên lidarxistin.”
Çoman di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku eger azadiya Ocalan pêk neyê wê li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û li her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêk û zext hê dijwartir bibin û got: “Ji bo vê jî divê Ocalan azad bibe û em hemû ji bo azadiya Ocalan bixebitin.”