'Çiyayê Şengalê êdî ji aliyê Derwêşên PKK'yî ve tê parastin'

"Eger PKK nehatiba, plana DAIŞ'ê ew bû, me hemû Êzidiyan tine bike. Lê gerîlayan ev plan pûç kirin. Çiyayê Şengalê berê ji aliyê Derwêşên me ve dihat parastin. Îro jî ji aliyê Derwêşên ji aliyê PKK'ê ve hatine afirandin ve tê parastin."

Her zarokek, jinek, keçek, kalemêrek, pîrejinek Êzidî  bi serê xwe çîrokek bi êş û azar e. Yek ji van jî Xêro Qasim ê j gundê Til Izêr ê Şengalê ye.

Xêro Qamis êş û azara dîtî, reva PDK'ê, berxwedan û hatina PKK'ê ji ANF'ê re vegot:  

"Fermana qirkirinê li ser gelê em rabû. Lê hinek jî radibin dibêjin ka ferman çiye. Tûyê bêjî ka xeyalek bu hat û çû. Lê ne xeyal bû, ne ji henek bû. Di şevekê de hemû gundên Şengalê hatin dagirkirin.

LI ŞÛNA CIVAKA ÊZIDÎ XWE DEYNDARÊ PKK'Ê BIBÎNE, PKK XWE DEYNDARÊ ÊZIDIYAN DIBÎNE

Ka ew hêzen ku hetanî fermanê li vir bûn ma tiştekî ewqas hêsan e ku di şevekê de wan hêza hemû xwe kişandin û bûn sebebê fermaneke mezin ku bi hezaran mirovên şehîd bikevin. Niha dibêjin DAIŞ  li her derê wisa kiriye. Na ne raste ti cih wekî Şengalê bê xwedî ne maye. Em bêjim raste DAIŞ êrîşê li ser Rojava û Kobanê kir, lê ew cih ne bê xwedî bûn. Lê Şengal çima bê xwedî bû, ji ber hêza xwe nebû, hemû kes vê dizane ev şaşitiyek mezin bû. Ger li Şengal hikûmetek an ji hêzen din neba wê Êzidiyan li ber xwe bidana. Lê gelê me gelekî hat xapandin, ka kî xwedî li me derket. Ew ê bûne sebêbê vê fermanê pêwîste hesabê vê bidin. Ka ez dipirsim kî li Şengalê xwedî derket, ji derveyî Şervanên Azadiyê, partiya PKK'ê, partiya însaniyetê bi  qîrîna me ve hat û qet kêmahî nekirin. Li şûna civaka Êzidî xwe deyndarê PKK'ê bibîne, PKK'ê xwe deyndarê gel dît û têkoşînekî mezin da. Ev ji çi tê ji fikir û felsefeya azad tê ji siyasetekî paqij tê."

Niha hêza YBŞ û YJŞ heye. Gelo kî difikirî ku wê PKK were Şengalê û gelê me xelas bike. PKK li her sê parçeyê Kurdistanê xwîna xwe birêje û pêşî li fermanê bigre. Niha ji xeteriyek din a fermanê heye, rê vedikin ji bo gelê me koçbikin. Bi vê rêbazê jî nahêlin gelê me rêxistina xwe ava bike. Li her cihêî ambargo heye. Mînak; ji ber ku min pêşmergetî qebûl nekiriye, çi karê min li Başûrê Kurdistanê hebe jî nikarim biçim. 

LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ ÊDÎ TI WATEYA PÊŞMERGETIYÊ NEMA YE

Bila cihan hemû fêm bike; ez tême girtin, tême kuştin ne xem e. Êdî pêşmergetî di çiyayê Şengalê de wateya xwe winda kiriye. Dibe hîna jî hinek Êzidî pêşmergetî dikin, lê bila her kes vê baş bizanibe dilê her Êzidiyekî nikare tehmûla vî tiştê bike. Dema tê bira min keç, jin û malbatên me têne şewitandin, têne qetilkirin peşmerge têne ber çavên min. Bila ew bi xwe fêm bikin. Ger ez pêşmergebûma rûyê min nedigirt ez derkevim nava mirovan. Pêşmerge bi zor û zextan dikare hin tiştan bike, lê piştî ku dev ji me berda û em bi fermanekê re rû bi rû hişt. Pîştî ewqas êş û azar wê pêşmerge çawa karibin careke din xwe têxin çavên vî gelî, tiştekî ecêb e û ne normal e.

Dema heval ji bo korîdorekî mirovahiyê vekin bi rojan di gundê Digorê de şer dikirin, ka kî li vir hebû. Beriya vê her kesî digot ez im, ka mezinên Êzidiyan, ka muxtarên vir, di dema şer de kes ji van nebû. Ka hevalan Digor berda, dikaribûn bernedin, lê berdan. Ji bo li çiya baştir biparêzin. Ji ber ku baweriya hevalan ji bi çi kesî ne dihat, ka kê hebû gel di çiya de biparêze. Ji bo ku çiyayê Şengalê were parastin rêka Digorê heya demekê hat berdan. 

Dema mirov li ser hin tiştan difikire dibîne ku ne wekhevî heye. Çima DAIŞ di rojekê de herêma Şemal (Başûrê Kurdistanê) hemû berda, lê Şengal berneda û hetanî niha şer di Şengalê de heye. Çima wisa ye ji ber ku heval tê de ne.

JI BO NAVÊ ÊZIDÎTIYÊ DI FERMIYETÊ DE BÊ QEBÛLKIRIN, DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN

Bila gelê me hinekî din li xwe xwedî derkeve, tenê li mala xwe rûne û bêje ez Êzidî me nayê qebûl kirin. Îro di fermiyete de navê Êzidiya nîne. Ger em tekoşînekî mezin nekin wê demê em ê winda bikin. Ji ber ku navê min, axa min û ola min neyê naskirin wê demê em ji xwe mirin e. Pewîste hemû Êzidî li Şengalê xwedî derkevin. Cihwarên Êzidiya çiyayê Şengalê ye. Bê çiyayê Şengalê Êzidî nîne. Ji ber ku vî çiyayê ev gel ji 73 fermanan rizgar kiriye. Wekî din gelek  qehremanên weke Derwêş afirandiye. Îro ji gerîlayên PKK derxistin holê, çend mirovên bi namûs  û şeref û xwedî xîret ji bo vî gelî li berxwe didin. Ji ber ku em civaka Êzidî bi Melekê Tawiz e bawerin, dijmin jî dixwaze me biqedîne. Bila biborînin ti kes nikare Êzidiya biqedîne. 

EGER JI DESTPÊKÊ VE PDK LI ŞENGALÊ TINEBÛYA, EV FERMAN WÊ EWQASÎ GIRAN NEBÛYA

Di dema fermanê de me bi çavên xwe dît û hemû kesî ji dît çawa wan wesayîtên mezin di wan lofan de wisa dibirin piştre di nîvê de hiştin, ji bo Êzidî nikaribin bi ser bi bikevin. Bila vê bêjin ger ji despêke ve PDK'ê di çiyayê Şengalê de neba, Êzidî xwe bi xwe bûya ev ferman ne mimkun e ewqas bi êş ba. Ji ber ku DAIŞ hêzekî Îslamî bû. Me ye bizana wê çibike, lê wan digot paçekî spî rakin tememe. Ev ji siyasetek bû ji gel re hatîbu gotin. Çawa çêdibe ku dewleta îslamî Êzidiya qebul bike, vaye şîiyan qetil dike, wê çawa Êzidiya qebûl bikin. Tiştekî wisa avakirin ku kes newêrîba li berxwe bide. Ji ber ku çeka me li gel me bûn, me di got emê teslîm nebin, lê hin mezinên me  dihatin gel me digotin ji bo jin û zarokan pêwîste hûn fişekekî ji ne avêjîn alekî spî rakin ku jin û zarokan ne kujin. Ev çawa çêdibe, ev çi fikire, ger DAIŞ bigihe me yek ji me na filite.

KÎ MIROVÊN XAYIN Û NEYAR JI BÎR BIKE, WÊ QENCIYÊ JÎ JI BÎR BIKE

Di serê me de fermanek hat, wê demê em mecbur in xwe bi parêzin. Bila em şehîdbûna ji bo yên ji şehîdbûnê direviyan ew ne çi mirovin, bila mirov şehîdbûna lê ewqas keç, jin û zarokên me ne ketine deste wan çeteyên hov. Îro wan însanê me revandine, li her derê cihanê difiroşin. Ev 73'ê carin ferman bi serê me de tînin Eger Êzidî wisa dewam bikin ez ne bawerim ev fermana dawî be. Ji ber ku heta Êzîdî nebin yek, hêza xwe çênekin, wê çawa xwe ji fermana xelas bikin. Bav û bapîrên me çawa li ber xwe dan, tî û birçî man lê teslîm nebûne. Lê îro mirov dinêrî yên bi diravekî (pere) teslîm dîbin hene. Ew mirovên xayîntî  û neyartiye ji bîr bike, wê qenciyê  jî ji bîr bike. 

Niha hinek kes dibêjin bila PKK ji vir derkeve. Ew ê çawa derkeve, çima derkeve? Ma PKK'ê vir ji kê girtiye? Di dema fermanê de me bawer nedikir em ê wiha bibin. Ji ber ku kes li benda tiştekî bi vî rengî nebû. Di fikirê me de ti carî tiştekî wisa nebû, me digot me zerar neda ye çi kesî, çima ew ê li me zilmê bikin. Lê dema me dît DAIŞ wisa ye em hedî hedî diçûn vê carê jî di gotin ma ne eybe win terka axa xwe dikin. Ma li vir pêşmerga heye, ew ê we bi parêze. 

LI GORÎ HESABÊ DAIŞ'Ê DIVIYABÛ ÊZIDIYEKE/Î BI TENÊ JÎ NEMÎNE

Wê demê digotin dema Şengale hate girtin, Duhok jî ya wan e. Ev daxuyanî  Barzanî bi xwe dabû û gotibû; 'Ger Şengal çû bila werin Duhok jî ji xwe re bibin.. Şengal çû lê çima Dihok neçû, çima Êzidîne, ew mîslîmanin. 

Beriya her tiştê însaniyet gîrîng e. Yên însaniyetê bipareze ez wî qebûl dikim . Çima ewqas ferq û cûdatî çêdibe? Çima ji ber ola me ewqasî zilm li me tê kirin. Destpêke digotin hemû Êzidî ji biçin ew ê disa çiyayê Şengalê hebe. Lê me di fermana dawiye de dit ku ne wisa ye. Bi rastî jî DAIŞ li gorî hesabên xwe yek tenê Êzidî ne dihişt, wisa hesap dikir. Bila hemû biçine çiya piştê re em ê lê bizivirin û hemûyan qetil bikin. Ji ber ku destpêkê de hin DAIŞ li ber me de derbas bûn ti tişt nekirin. Çima? Ji ber xwe îkna kiribûn ku em hemû di destê wan dene. Ji ber vê ji kenê xwe bi me dikirin. Lê dema heval bi me ve hatin hemû planên wan vala derketin. Wan ti cari ne fikirin ku ew ê hinek li hemberî wan şer bikin. Me digot wê peşmerge dev ji me bernede, lê berdan û pêwîste em baş vê fêm bikin ku wan dest ji me berdan. Lê me dest ji wan bernadin. Dinya alem dizane wan dest ji me berdan, lê em dest ji wan bernadin. 

HATINA HEVALAN BAWERIYA JIYANÊ DA ME

Em di çiya de man bawer bike pir zor û zehmet bû. Baweriya gel şikestî bû, me berê PKK nasnedikir me fikirê wan ne dizanîbû. Lê hinek Êzidiyên me yên berê heval nas dikirin digot ger PKK gihîşte vir em xilas bibin. Ya esasî jî ew e ku baweriya zêde şikestibû me digot çi dibe bibe êdî xelas bûyîn nîne. Dema heval gihîştine vir, civaka Êzidî dîsa bawer kir ku dikare xwe xelas bike û dest bi berxwedanê kirin û şehîd çêbûn. Hevala erzax danî, ez gel hevalên gundê Solaxe bûm. Şer bû, ti û birçi bûn. Tevî şer dikirin û di westiyan jî rojê tenê carek xwarin dixwarin. Digotin xwarina danê din ji bo gel e. Bi rastî çiqasî tiştekî xweş e û pîroz e di şer û qiyametê de xwe nafikire gel difikire. Pêwîste gelê Êzidî ti carî vê ji bîr nekin. 

GELO PKK BI HAWARA ME VE NEHATIBÛYA WÊ HALÊ ME ÇI BÛYA?

Carna ez difikirim di diroka Êzidîtayê de tiştekî wisa nîne. Gelê me ti car ew bê xiret nebe û ji bîr neke. PKK ji bo 4 parçeyê Kurdistanê şer dike. Ji ber vê jî pêwîste em her tiştê xwe bi xwe bikin. PKK bi çar dewleta re şer dike û dibe sibe hêza xwe bikşine wê demê em ê çibikin. Ez hêvîdarim gelê êzîdî hemû rabe ser xwe. Em nabêjim bila dijmintiya hin kesan bike. Ji bo yekîtiya xwe rabe. Werin xwe nefiroşin, werin ne bi partiyekê re bin, yekîtiya xwe çêbikin. Bila her kes bîne bira xwe yê me xelas kir û alikariya me kir PKK bû. Mala wan ava em ji bîr nakin. Gelo PKK bi hawar me ve nehatiba  wê halê me çawa bûya. DAIŞ bi xwe gotibû Êzidî di keştiyekî di nava deryayê de ne, kengê em bixwazin em ê noqî avê bikin, ji ber ku tenê Çiyaye Şengalê ma ye.

BILA ÊZIDÎ XWEDÎ LI HEV DERKEVE Û VÎNA XWE TESLÎMÎ KESÎ NEKE

Em vê dibêjin banga min ji hemû Êzidiyan û ciwanên Êzidiyanre ye, pêwîste heya niha me gelek tişt bikira, bila ciwanên Êzidî li hev kom bibin li çiyaye Şengalê xwedî derkevin û îradeya Êzidiya teslîmê ti kesî nekin. Bila xwe bi xwe bi rêve bibin. Ya esasî ji ew e ku ti carî neyê ji bîr kirin ka em hatin van rojan û ferman çawa derbas bû."

...