Ciwanên Qendilê 27’ê Mijdarê pîroz kirin

Ciwanên Qendilê salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê bi fişekên hewayî pîroz kirin.

Komek ciwanên li Binarê Qendilê bi wesîleya salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê li hev civiyan.

Ciwanan fişekên hewayî teqandin û dirûşmeyên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin.

Ciwanan bi pêhistina agirê re govend gerandin. 

Tê payîn ku danê êvarê jî li gundê Bokrîskanê yê heman herêmê pîrozbahiyek were lidarxistin.