Ciwanên li Ewropayê berxwedana li Kurdistanê silav kirin
Li gelek navendên Ewropayê, ciwanan terora AKP'ê ya li Kurdistanê protesto kirin û berxwedana gel silav kirin.
Li gelek navendên Ewropayê, ciwanan terora AKP'ê ya li Kurdistanê protesto kirin û berxwedana gel silav kirin.
Li gelek navendên Ewropayê, ciwanan terora AKP'ê ya li Kurdistanê protesto kirin û berxwedana gel silav kirin.
STÛTTGART: Li bajarê Stûttgartê, Ciwanên Apoyî êrîşên dewleta Tirk ên li Sûr, Cizîr, Silopiya û Kerboranê, bi meşeke korsan protesto kirin. Ciwanên bi meşaleyan heta Konsolosxaneya Tirk meşiyan, dirûşmên "Bijî Berxwedana Amedê", "Bijî Serok Apo" qîriyan.
BASEL: Li dijî "qedexeyên derketina derve", komkujî û înfazên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tên kirin, Ciwanên Azad li bajarê Swîsre Baselê çalakî lidar xistin. Ciwanan li Stasyona Trenê ya navendî çalakiya rûniştinê pêk anîn. Partiya çep "Funke" jî destek dan çalakiyê. Endamên Ciwanên Azad diyar kirin ku tola ciwanên Kurd Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (18) ên duh li Amedê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, wê bê hilanîn. Ciwanan her wiha xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
ZURÎCH: Ciwanên Azad li bajarê Swîsre Zurîchê komkujiyên li Kurdistanê protesto kirin. Ciwanên li Kolana Bahnhofê hatin cem hev, berxwedana gel a li Kurdistanê silav kirin. Di vê çalakiyê de bang li ciwanên li Ewropayê dijîn hat kirin, ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin.
HEÎLBRONN: Li bajarê Elmanya Heîlbronnê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qedexeya li ser PKK'ê û komkujiyên li Kurdistanê hatin şermezarkirin. Çalakî bi beşdariya 400 kesî pêk hat û komên şoreşger û sosyalîst ên Elman jî destek dan. Girseya gel a li ber Haûptbahnhof a Heîlbronnê civiya, bi qîrîna dirûşmeyan meşiyan û piştre li ser navê Ciwanên Azad daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li dewleta Elmanya hat kirin ku qedexeya li ser PKK'ê rake.
BOCHOLT: Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bocholtê, ciwanên Kurd li dokûmantera "Nûjîn" temaşe kirin. Dokûmanterê jiyana şervanên YPJ'ê Elîf Kobanê, Viyan Peyman û Arjîn ên di berxwedana Kobanê de vedibêje.