BI DÎMEN

Ciwanên Azad li nûnertiya PE ya li Marsîlyayê çalakî li dar xist

Li dijî wehşeta dewleta Tirk a di pêşengtiya hikûmeta AKP’ê li ser Kurdistanê, Kurdistaniyên li Ewropayê çalakiyên xwe didomînin.

Li dijî wehşeta dewleta Tirk a di pêşengtiya hikûmeta AKP’ê li ser Kurdistanê, Kurdistaniyên li Ewropayê çalakiyên xwe didomînin.

Îro nêzî saet 16.00’an endamên Marsîlya yên Ciwanên Azad li nûnertiya Parlamentoya Ewropa çalakiyek bêîtîatiya sivîl li dar xistin, daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û qetlîamên li ser Kurdistanê bên rawestandin.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û Ciwanên Azad hilgirtin, dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Qatil DAIŞ, Hevkar Tirkiye”, “Bijî Berxwedana Cizîr-Sûr, Bimre Faşîzma AKP’ê” û “Ciwan Fîdayiyên Rêber Apo ne” berz kirin.

Ji ber rewşa taybet a li Fransayi, bi sedema çalakiya ciwanan avahî bi lezgînî hat valakirin.

Ciwanên li PE çalakiya rûniştinê li dar xistin, bi rayedaran re daxwaza hevdîtinê kirin. Rayedaran bi ciwanan re hevdîtin pêk anîn.

Ciwanên Azadi di hevdîtinê de xwestin ku Parlamentoya Ewropa ji ber qetlîamên sivîl Tirkiyeyê şermezar bike û êşkence û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bê bidawîkirin.

Ciwanan dan xuyakirin ku eger daxwazên wan bicih neyên wê çalakiyên cudatir li dar bixin, berxwedana gel a li Kurdistanê silav kirin.

Piştî hevdîtinê ciwanan heta bendera Vîûex Porta meş li dar xistin û çalakiya xwe bi dawî kirin.

...