Ciwanên Azad: Li dijî komkujiyan em berxwedana xwe mezin bikin

Ciwanên Azad, li dijî komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, banga mezinkirina berxwedanê kir.

Ciwanên Azad, li dijî komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, banga mezinkirina berxwedanê kir. Di daxuyaniya Ciwanên Azad de hat gotin, "Ciwanên şoreşger ên sosyalîst ên li Ewropayê, bi taybetî jî ciwanên Kurd divê li hemberî van komkujiyan, tevlî berxwedanê bibin."

Ciwanên Azad da xuyakirin, ku xweseriya demokratîk a li ser bingeha paradîgmaya jiyana azad û neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê hat ragihandin, îro li gelek deverên Kurdistanê bi cih bûye û destnîşan kir, ku bi tecrîda li ser Ocalan re hewl tê dayîn ev pêvajo were pûçkirin û fetisandin.

Ciwanên Azad da zanîn ku bi komkujiyê re hewl tê dayîn gelê Kurd bê tinekirin û diyar kir ku gelê Kurd bi hemû hêza xwe li hemberî van êrîşan li ber xwe dide, wê li ber xwe bide. Ciwanên Azad destnîşan kir, ku mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilêv kir; gelê Kurd ne gelê berê ye û jiyana xwe jî wê mîna berê nebe.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bi berxwedana bi heybet a ciwanên leheng ên Kurdistanê re ku pêşengiyê ji berxwedana Kurdistanê re dikin, ji gelek deveran çeteyên AKP'ê hatine derxistin û berxwedan hatiye mezinkirin. Em bang li ciwanên Kurd, şoreşger, enternasyonalîst û demokrat ên li Ewropayê dijîn dikin;

Bi bêdengiyê re em nebin şirîkê van komkujiyên li Kurdistanê. Roj roja mezinkirina berxwedanê, roja bilindkirina dengê Kurdistanê, roja azadkirina Rêber Apo ye. Ciwanên şoreşger ên sosyalîst ên li Ewropayê, bi taybetî jî ciwanên Kurd divê li hemberî van komkujiyan, tevlî berxwedanê bibin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanan dikin ku beşdarî çalakiyên me yê li Ewropayê bibin. Em bang dikin ku bi xurtî tevlî meşa şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û silavkirina xwerêveberiyan bibin."

CIWAN WÊ LI ELMANYA, FRANSA Û SWÎSREYÊ ÇALAKIYAN PÊK BÎNIN

Cih û saet çalakiyên di 16'ê Çileyê de bên lidarxistin, bi vî rengî ye:

BERN
Meşa saet di 14:00 de li Helvetîaplatzê destpê bike, wê li ber Parlamenta Bernê bi dawî bibe.

PARÎS
Cih: Gare de l’est
Saet: 17:00

MARSÎLYA
Cih: Meydana Canabiere
Saet: 14:00

KOLN
Cih: Ebertplatz
Saet: 15:00

HEÎLBRONN
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 14:00

HAMBÛRG
Cih: Hauptbahnhof hachmannplatz 
Saet: 15:00

HANNOVER
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 14:00