
Desteya Wezîrên Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê bi beşdarbûna Waliyê Silêmanî, Dihok û Hewlêrê li ser mijara kêmkirina mûçeyên karmendan, kêmkirina wezîran û krîza aborî ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.
Hat ragihandin ku di civîna îro ya desteya wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê de ev biryarên jêr hatine dayîn;
1- Mûçeyên karmend û berpirsên payebilind ji sedî 15 heta 75’an bê kêmkirin.
2- Wê tenê mûçeyên wezareta pêşmerge, hêzên polîs û hêzên parastinê neyê kêmkirin.
3- Wê hefteya bê mûçeyê meha Çile bê dayîn. Mûçeyên 4 mehên sala 2015'an li gel hikûmetê deyn bimîne.
4- Wê pereyê xwendevan didin zanîngeh, peymangeh û dibistanên dayikê bê kêmkirin.
5- Pereyê derman û dermanxaneyan wê bê kêmkirin.
6. Wê her 30 rojan carekê mûçe bê dayîn.