Civata Suryanî li civiya, daxwaza aştiyê kir

Suryanî, di bin bomberdûmanê de li navçeya Amed Sûrê li hev civiyan û bi wesîleya Cejna Noelê ayîn kirin.

Suryaniyên li Sûrê dijîn, tevî bomberdûmana giran a ji aliyê hêzên dewletê ve tê kirin, malên xwe neterikandin. Bi wesîleya Cejna Noelê Suryanî li Dêra Dayika Meryem li hev civiyan.

Papazê Dêra Suryanî ya Dayika Meryem, Yûsûf Akbûlût ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku ji ber şerê navxweyî yê li navçeyê wan pîrozbahî nekirine.

'LI ŞÛNA PÎROZBAHIYÊ, ME JI BO AŞTIYÊ DÛA KIRIN'

Akbûlût ragihand, ku di bin bomberdûmana giran de ew li Sûr a dîrokî danê sibehê li dêrê li hev civiyane û ji bo aştiya cîhanê ya navbera gelan wan dûa kirin. Papaz Yûsûf Akbûlût got, "Divê her kes ji nêz ve qewimînên li Sûrê bişopînin. Li mal û cihên xwe yên pîroz ên li Sûrê, ku beriya hezaran salan bav û kalên me ji me re hiştine, em di nava şert û mercên zehmet de dijîn. tevî vê yekê jî jiyan li vir dewam dike. Danê vê sibehê, bi wesîleya Cejna Noelê em li dêrê civiyan, lê me pîrozbahî nekir. Bi tenê ji bo aştiya herêmê û cîhanê me dûa kir. Ji bo ewrên reş û tarî ji ser welatê me biçin, em li hêviya Xwedê ne."