Çeteyên ji Cerablûsê êrîş kirin derba giran xwarin: 61 çete mirin

Çeteyên DAIŞ'ê ji bajarê Cerablûsê êrîşeke sê alî birin ser gundekî Minbicê. Di encama bersiva hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de 61 çete hatin kuştin.

Ji bo xelaskirina çeteyên li Minbicê hatine dorpêçkirin, çete ji Cerablûs û derdorê êrîşê dibin ser gundên Minbicê, lê her gavê derbên giran dixwin. 

Çeteyên DAIŞ'ê îro saet di 05.00’an de ji başûrê Cerablûsê li dijî gundê El-Refîha êrîşeke sê alî pêk anîn.

Ev êrîş ji aliyê zêdeyî 100 çeteyên DAIŞ'ê yên ji welatên cuda yên cîhanê ve hat kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan vê êrîşê û derbek giran li çeteyan xistin.

Li gorî agahiyên hatin bidestixstin, di şerê li vê derê de 61 çete hatine kuştin. Şerê li vir hê dewam dike.