BI DÎMEN

Çeteyên DAIŞ'ê nikarin xwe li ber şervanên QSD'ê bigirin

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'e nikarin li ber YPG/YPJ û QSD'ê bisekinin û destnîşan kirin, ku çete ji ber wan direvin. Şervan ji kamerayên me re axivîn.

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'e nikarin li ber YPG/YPJ û QSD'ê bisekinin û destnîşan kirin, ku çete ji ber wan direvin. Şervan ji kamerayên me re axivîn:

HARÛN DÎNO: Pêngava me dewam dike. Moralên hevalan gelek baş e. Heta niha ti windahiyên me nîne. Têkçûna çeteyên DAIŞ’ê diyar e, ji ber ku li ber xwe nadin. Em dibînin direvin. Xwe li ber berxwedaniya YPG û QSD’ê nagirin. Li cihekî nikarin rawestin. Em dikevin kîjan gundî, gund vala dikin û direvin.

NÛJIYAN KOBANÊ: Me ji aliyê Silûkê dest bi pêngavê kirin. Armanca me ew e ku em bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Em dixwazin gelên xwe ji hovîtiya çeteyan a 4 salan rizgar bikin. Di qonaxa yekemîn a pêngavê de hêzên me li gundê Xênizê gihîştin hev. Em bi hêvî ne ku gel di nava jiyaneke bêtirs de bijî.

BRÛSK ZAGROS: Niha hevalên me ji aliyê Silûkê ve tên. Çeteyên DAIŞ’ê êdî nema dikare li hember YPG'ê şer bikin. Çek û cebilxaneya xwe dihêlin û direvin. Çeteyên DAIŞ’ê li beramber berxwedana şervanên azadiyê dişikên û wê ev şikestin dewam bike heta ku tine dibin.

...