Cengîz Erdem ê hat qetilkirin li cem birayê xwe Aydin e
Cengîz Erdem ê li Qoserê di wesayîtê de bi gulebarana tîmên taybet ên Tirk hat qetilkirin, bi merasîmek cenaze ya bi tevlîbûna hezaran kesî ve li cem birayê xwe Aydin Erdem hat defnkirin.
Cengîz Erdem ê li Qoserê di wesayîtê de bi gulebarana tîmên taybet ên Tirk hat qetilkirin, bi merasîmek cenaze ya bi tevlîbûna hezaran kesî ve li cem birayê xwe Aydin Erdem hat defnkirin.
Rêveberê Rêxistina DBP’ê yê Navçeya Qoserê Cengîz Erdem ê li Qoserê di wesayîtê de bi gulebarana tîmên taybet ên Tirk hat qetilkirin, bi merasîmek cenaze ya bi tevlîbûna hezaran kesî ve li cem birayê xwe Aydin Erdem ê xwendekarê zanîngehê bû û bi guleya polîsan hat qetilkirin, hat defnkirin.
Rêveberê Rêxistina DBP’ê yê Navçeya Qoserê Cengîz Erdem ê duh êvarî li navçeya Qoser a Mêrdînê di wesayîtê de bi gulebarana tîmên taybet hat qetilkirin, li gundê Risînê yê Stewrê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Cenazeyê Erdem ji aliyê malbata wî û MEYA-DER’Ê ji morga Nexweşxanyea Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. Dema wergirtina cenazeyê bi hezaran kes ku di nav de rêveberên DBP, HDP’ê, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên DBP’ê amade bûn. Cenazeyê Erdem bi tilîlî û dirûşmeyan ve ji morgê hat girtin, bi konvoyek bi sedan wesayîtî ve ber bi gundê Risînê (Çinaralti) ê navçeya Stewrê ve hat birin.
Di ketina navçeyê de cenazeyê Erdem ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin, piştî wecîbeyên olî li gel birayî wî Aydin Erdem ê sala 2009’an li Amedê ji aliyê polîsan hatibû qetilkirin hat defnkirin. Di merasîma cenazeyê de Serokê Şaxa Mêrdînê ya MEYA-DER’ê Abdullatîf Tabar axivî, diyar kir ku gelê Kurd ji pêvajoyek pir mezin û dîrokî re derbas dibe, bi bîr xist ku wê ti caran ji têkoşîna azadiyê veneqetin. Tabar destnîşan kir ku wê bi qetlîaman nikaribin têkoşîna gelê Kurd bi dawî bikin.
Piştî Tabar, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tirk axivî, got di têkoşîna azadiya Kurd de gelek berdêl hatine dayîn û niha jî tên dayîn.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Mêrdînê Omer Ocalan jî wiha bang li Cengîz Erdem ê hat qetilkirin kir: “Em nizanin bê ka em li ser cenazeyê te çi baxivin. Em her tim bi hev re dixebitîn û ji bo azadiya gelan me têkoşîn dida. Niha te me li vir berda. Lê, em ê rêya te dewam bikin. Niha li ser gelê Kurd qetlîamên cîdî hene. Em ê ti carî serî li hember van netewînin û têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.”
‘MIN KURÊ XWE HEVALÊ XWE WINDA KIR’
Di merasîma cenazeyê li ser navê malbatê ap Zekî Erdem axivî, wiha got: “Bila serê tevahî gelê Kurd sax be. Em bi salan e cenazeyên ling, dest û bedenên wan tinene defn dikin û em ê defn jî bikin. Heta têkoşîna mafdar a gelê Kurd bidome jî wê wiha be. Erê, îro min kurê xwe, hevalê xwe winda kir. Lê, ez bi ti şêwazî xemgîn nabin. Ez ê ser bilind bin. Yên difikirin ku bi vî şêwazî me tine bikin xwe dixapînin. Em yek diçin bi hezaran dijîn û em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîna xwe bidomînin.”
Dayik Meles Erdem a du kurên xwe jî di qetilkirina polîsan winda kir, li ser darbesta kurê xwe ya bi ala kesk, sor û zer pêçayî lorikên nelet li qetlîaman dibarandin gotin.
Piştî axaftinan li ser gora Erdem girseyê bi sirûda Çerxa Şoreşê ve rêz girt.