Cenazeyên kesên li Silopiyayê hatin qetilkirin şandin Sêrt û Silopiyayê

Cenazeyên 3 kesên li Silopiyayê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin qetilkirin, piştî otopsiyê ji bo werin veşartin, şandin Sêrt û Silopiyayê.

Polîsên tevgera taybet ên Tirk pêr êvarê avêtin ser maleke li navçeya Şirnex Silopiyayê û ciwanen bi navê Farûk Aydin (Gelhat), Alî Oduk (20) û Halîl Can (22) qetil kirin. Cenazeyê ciwanan, piştî karê otopsiyê yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ber bi Sêrt û Silopiyayê ve hatin oxirkirin.

Girseya gel, bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Ciwan canfedayê Apo ne" cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirt û şand bajarên lê ji dayik bûne.