Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Sevînç û Bûdak hatin definkirin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Bayram Sevînç û Ozkan Budak ên di şerê 30'ê hezîranê de li Qamûşan a Qersê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin.

Di 30 hezîranê de li bejahiya navçeya Qamûşan a Qersê di navbera gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û artêşa tirk de şer qewimîbû. Di encama şerde gerîlayê HPG'ê Bayram Sevînç û Ozkan Bûdak jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Sevînç piştî karûbarên otopsiyê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erziromê ji aliyê malbata ve hate girtin. Malbatê cenaze anî Îdirê û li Goristana Asrî ya bajêr defin kir. Li gel Rayedarên HDP, DBP û malbata Sevînç jî bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê Sevînç bûn. Di merasîma cenazede gel slogana, "Şihîd namirin" qîrkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ozkan Bûdak (Ronî) jî bi heman awayî ji Saziya Tipa Edlî ya Erziromê hate girtin. Malbatê cenaze ji vir anî Navçeya Dîgor a Qersê. Cenazeyê Bûdak li goristana navçeyê bi sloganan hate definkirin. Piştî definkirina cenaze malbatê konê sersaxiyê vekir.