Cenazeyên dayik û keça wê hatin veşartin
Cenazeyên Heyhat Mujde û keça wê Saadet Mujde yên li Nisêbînê ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
Cenazeyên Heyhat Mujde û keça wê Saadet Mujde yên li Nisêbînê ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
Heyhat Mujde (43) û keça wê Saadet Mujde (19), pêr li navçeya Mêrdîn Nisêbînê dema ji bo wergirtina eşyayên xwe ketin mala xwe, ji ber teqînekê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên dayikê û keça wê duh bi şev hatin veşartin.
Piştî ku cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat girtin, li Goristana Morîsê hat veşartin. Di merasîmê de malbat û xizmên malbatê amade bûn.