Cenazeyên 7 rojan li kolanê man şandin Şirnexê

Li navçeya Silopiyayê cenazeyên Taybet Înan û Yusuf Înan ên li Silopiyayê hatin qetilkirin û ev hefteyeke li kolanê bû şandin Şirnexê.

Li navçeya Silopiyayê cenazeyên Taybet Înan û Yusuf Înan ên li Silopiyayê hatin qetilkirin û ev hefteyeke li kolanê bû şandin Şirnexê.

Li navçeya Silopiyaya Şirnexê Taybet Înan (57) ê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin û ji ber êrîşan 7 roj in li kolanê bû  îro hate wergirtin. Cenazeyê ku hate wergirtin bi ambulansê ve birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. 

Cenazeyê Yusuf Înan ê ku bi Taybet Înan re heman rojê hate qetilkirin û di bin şertên zehmet de rakiribûn malê jî rakirin nexweşxaneyê.

Piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê pêşotopsî hate kirin hate diyarkirin ku cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.