Cenazeyên 2 kesên li Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan nikarin bên veşartin

Cenazeyên 2 kesên duh li Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan, ji ber êrîşên giran ên hêzên dewleta Tirk nikarin bên veşartin.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, Huseyîn Guzel (70) li taxa Başakê û Yûsûf Aybî (80) li Taxa Barbarosê, ji ber bombedûmana li ser malên wan krîza dil derbas kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji ber sekvanên li ser avahiyên bilind û êrîşên bi tankan, cenazeyê Guzel ev du roj in nikare ji malê bê rakirin. Cenazeyê Aybî jî ji aliyê malbatê ve birin Mizgefta Hz. Ebûbekîr. Cenaze ji ber êrîşên giran ên hêzên dewleta Tirk nikarin werin veşartin.

Tevî qedexeya derketina derve û êrîşên giran jî Kurdistanî bi biryardarî li ber xwe didin.