Cenazeyên 2 cangoriyan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên QSD'ê Yasir Ehmed El Mesawî û Selman Seyîd Yasîn ên li gundê Malhayê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên QSD'ê Yasir Ehmed El Mesawî û Selman Seyîd Yasîn ên li gundê Malhayê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Şervanên QSD'ê Yasir Ehmed El-Mesawî (Kotayî Hesekê) û Selman Seyîd Yasîn (Rodî Hesekê) roja 8ʹê Mijdarê di berxwedana gundê Malha ya Şedadê de jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên Hesekê û gundên Şedadê ji bo cenaze rakin, li ber Saziya Malbatên Şehîdn kom bûn.
Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ya şervanên QSDʹê destpê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Esed, li ser navê YPGʹê Zekî Kobanê û li ser navê TEV-DEMʹê Silêman Mehmûd axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên cangoriyan re hate xwestin û hate gotin, gelê herêmê wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û parastina herêmên xwe bikin.
Her wiha bal hate kişandin ser rola şervanan di parastina biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Rojava de û soza bilindkirina tekoşînê hate dayîn.
Qisekeran Pêngava Rizgarkirina Reqayê bibîr xistin hate gotin, şervanên Xezeba Firatê wê hemû Sûriyeyê ji çeteyan rizgar bikin.
Piştî axaftinan nasnameyên her du şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Malbatan jî soz dan ku wê heta dawî şopdarên rêya cangoriyên xwe bibin û wê bi hemû hêza xwe parastina herêmê bikin.
Piştî merasîm bi dawî bû, girseyî cenazeyên şervanan birin gundên El-Herîrî û gundên yê Şedadê û Gundê Mexlûca ya Çiyayê Kizwanan û wan li cihê lê jidayîk bûne definkirin.