Cenazeyê yek ji ciwanên li Wanê hatin înfazkirin ji aliyê malbatê ve hat girtin.

Nasnameya yek ji 12 ciwanên ku li Wanê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat înfazkirin diyar bû. Malbata Umît Gurbuz, cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî yaa Meletiyê girt.

Nasnameya yek ji 12 ciwanên ku li Wanê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat înfazkirin diyar bû. Malbata Umît Gurbuz, cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî yaa Meletiyê girt. Cenazeyê Gurbuz wê sibehê li navçeya Erdîş a Wanê bê definkirin.

Nasnameya yek ji 12 ciwanên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk a di 10’ê Çileyê li navçeya Ertemêtan a Wanê hatin înfazkirin diyar bû û malbatê cenaze girt. Li ser lihevhatina xwîna malbatê, cenaze ji aliyê malbatê ve hat girtin, ji bo definkirinê şandin navçeya Erdîşê.

Ji cenazeyê 12 ciwanên hatin înfazkirin, 11 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin girtin, têkildarî nasnameya cenazeyê ku hê diyar nebûye, heta niha ti serlêdan çênebûye.