Cenazeyê Kocakaya hat veşartin

Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya yê li Licê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, tevî zext, zordarî û astengiyên dewleta Tirk jî, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya, ku yek ji 3 kesên li gundikê Mehlê yê Licê di 30'ê Hezîranê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin e, li Goristana Yenîkoy a li navenda Amedê hat veşartin.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr, Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak, wekîlên HDP'yî, Hevserokên DBP'ê yên bajar û navçeyan û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Girseya gel a cenaze ji nexweşaneyê wergirt, xwest bi meşê bigihîne goristanê. Lê belê hêzên dewleta Tirk pêşî li girseyê girt û destûr nedan meşê. Polîsên dewleta Tirk xwestin rengên kesk, sor û zer û wêneyê Mehmet Şîrîn ê li ser darbestê bên rakirin. Girseya gel li dijî vê astengiya hêzên dewletê derket û meşa xwe a ber bi goristanê ve dewam kir. Hêzên dewleta Tirk pişte bi maşînên TOMA bi ser girseyê ve çû û li hemberî vê êrîşê jî girseya gel dirûşmên "Licê raperîn e, silava ji Kurdistanê re ye", "Şehîd namirin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Kujer Erdogan" qîriya. 

Piştî veşartina cenaze Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle li vir axivî û ragihand, ev saleke li hemberî gelê Kurd şerekî qirêj tê meşandin, li gelemperiya Kurdistanê komkujî tê kirin.

Piştî axaftinan girseya gel berê xwe da mala şînê ya Hevîdan. Li vê derê wê 3 rojan serdanên sersaxiyê bên kirin.