Cenazeyê Înce ya ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Surmî Înce ya li Geverê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, hat veşartin.
Cenazeyê Surmî Înce ya li Geverê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, hat veşartin.
Cenazeyê Surmî Înce ya 55 salî, ku li herêma Hêratun a li bajarokê Xirvatê yê navçeya Colemêrg Geverê roja 18'ê Tîrmehê xwarin ji zarokên xwe yên giha diçinî re dibir ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, danê vê sibehê ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hat girtin.
Cenazeyê Înce anîn mizgefta li taxa Mezarlik a bajarokê Xirvatê. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Înce bi merasîmekê hat veşartin.