Cenazeyê Gok ji bo otopsiyê şandin Mêrdînê

Cenazeyê jina bi navê Emîre Gok a dayika 4 zarokan ku li Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Cenazeyê jina bi navê Emîre Gok (39) a dayika 4 zarokan e ku ji aliyê polîsan ve li Taxa Girawas a Nisêbîna Mêrdînê hate qetilkirin, ji Newxweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Cenazeyê Gok, di nav de parlementerên HDP'ê Gulser Yildirim, Dîrayet Taşdemîr, Tuba Hezer hebûn, ji aliyê  aktîvîstên KJA'yê ve ji morga Nexweşxaneya Nisêbînê hildan ser milan û li ambûlansê siwar kirin. 

Cenazeyê Gok bi tîlîlî û dirûşmeyan şandin Mêrdînê.