Cenazeyê girtî Yaman hat veşartin

Cenazeyê girtiyê nexweş Sekvan Yaman ku hat îdîakirin li Girtîgeha Tîpa E ya Rîzeyê dawî li jiyana xwe aniye, hat veşartin.

Cenazeyê Rêveberê berê yê DBP'ê yê Qilabanê Sekvan Yaman, ku hat îdîakirin pêr li Girtîgeha Tîpa E ya Rîzeyê dawî li jiyana xwe aniye, li cih û warê xwe hat veşartin.

Piştî karê otopsiyê cenazeyê Yaman ji Trabzonê hat rakirin û danê vê sibehê ji aliyê bi sedan kesî ve li goristana Yeşîlyûva ya Qilabanê, tevî zext û zordariya polîsên Tirk hat veşartin.

Di merasîma cenaze de Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç, rêveberên TUHAD-FED'ê û rêveberên HDP û DBP'ê yên Qilabanê amade bûn.

Kek Ekrem Yaman li goristanê axivî û got, "Birayê min bi ti awayî dawî li jiyana xwe nanî, ew kuştin."

Malbat li mizgefa taxa Yeşîlyûvayê serdanên sersaxiyê qebûl dike.