Cenazeyê endama YPS'ê Sonay Engîn hat veşartin

Cenazeyê endama YPS Jinê ya li navçeya Amed Sûrê di êrîşên çeteyên qesrê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Boyaca yê navçeya Meletî Yazihanê hat veşartin.

Cenazeyê Sonay Engîn ji saziya tipa edlî ya Dîlokê hat rakirin û danê êvarê anîn Meletiyê. Piştî ku cenaze anîn mala Engîn, girseya gel a rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de bûn, darbesta cenaze rakir ser milan û birin goristana gund. Cenaze li vê derê li ber duayan hat veşartin.

Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Îsa Yildirim li vir peyivî û got, "Em soz didin, heta bi destxistina jiyaneke însanî, em ê li ser şopa hevalên xwe bimeşin."

Piştî axaftinan, beşdarên merasîmê sirûda Çerxa Şoreşê gotin.

...