Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi mehane êrîşên qirkirinê lê hatin meşandin û bi hezaran avahiyên welatiyan ji hêla çeteyên Qesrê ve hatin rûxandin. Dema dayik û keç a ku duh xwestin ji malê alavan bigirin, ketin nava taxê teqîn pêk hat û her duyan jî jiyana xwe ji dest da.
Jina 43 salî Heyhat Mujde û keça wê Saadet Mujde ya 19 salî piştî di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê wan li taxê mabû, îro hatin wergirtin. Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî karûbarên otopsiyê biqedin, wê cenazeyan bibin Nisêbînê û li Goristana Morî defin bikin.