Çelîksoz ji erkê girtin
Serokê Beşa Zanista Bingehîn a Parazîtolojî Prof. Dr. Alî Çelîksoz ji ber sedema sernivîsa belavoka “Em nabin hevkarê vî sucî!” îmzaya wî heye, derbarê wî de lêpirsîn hat vekirin.
Serokê Beşa Zanista Bingehîn a Parazîtolojî Prof. Dr. Alî Çelîksoz ji ber sedema sernivîsa belavoka “Em nabin hevkarê vî sucî!” îmzaya wî heye, derbarê wî de lêpirsîn hat vekirin.
Serokê Beşa Zanista Bingehîn a Parazîtolojî Prof. Dr. Alî Çelîksoz ji ber sedema sernivîsa belavoka “Em nabin hevkarê vî sucî!” îmzaya wî heye, derbarê wî de lêpirsîn hat vekirin û ji erka wî ya Midûriyeta Enstîtuya Beşên Tendûrûstiyê hat dûr xistin. Nivîskar Mûrathan Mûngan, êrîşên li hember ji bo aştiyê hewldana Akademîsyenan şermezar kir û bi daxuyaniyekê wiha got: “Bê şert û merc: Em nabin hevkarê vî sucî!”
ÇELÎKSOZ BI NEÇARÎ DAN ÎSTIFAKIRIN
Belavoka ku ji aliyê Ji Bo Aştiyê Hewldana Akademîsyenan û Muşawîrtiya Hiqûqa Zanîngeha Cûmhûriyetê û bi îmzaya 89 zanîngeh û ji aliyê 1128 akademîsyen û erkdarên lêkolînvanan ve bi sernivîsa “Em nabin hevkarî vî sucî!” hat belavkirin. Derbarê Serokê Beşa Zanista Bingehîn a Parazîtolojî Prof. Dr. Alî Çekîksoz yê ku îmzaya wî jî heye lêpirsîn hat destpêkirin.
Çelîksoz, ji erka wî ya Midûriyeta Enstîtuya Beşên Tenduristiyê jî hat dûr xistin.
MÛNGAN: EM NABIN HEVKARÊ VÎ SUCÎ
Ji Bo Aşiyê hewldanên Akademîsyenan ên bi belavokan bi sernivîsa “Em nabin hevkarê vî sucî!” ji nû de destpêkirina pêvajoya aştiyê ya demokratîk, bûn hedefa Serokkomar Erdogan û çapemeniyê. Nivîskar Mûrathan Mûngan piştgirî da Akademisyenan.
Mûngan di hesabê xwe yê Twîtterê de peyamek da û wiha nivîsand: “Bê şert û merc: Em nabin hevkarên vî sucî!” Em li gel Însiyatîfa Ji Bo Aştiyê hewldana Akademîsyenan in. Ji Bo Aştiyê Însiyatîfa Wêjevanan.”