CDK-F ji bo çalakiya sibe banga beşdariyê kir
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), li dijî faşîzma AKP'ê banga pêkanîna çalakiyan li Kurdsitaniyan, şoreşger û raya giştî ya demokratîk kir.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), li dijî faşîzma AKP'ê banga pêkanîna çalakiyan li Kurdsitaniyan, şoreşger û raya giştî ya demokratîk kir.
Di banga CDK-F de hat gotin, "Roj roja berxwedanê ye, roj roja têkoşînê ye, roj roja xwedîderketian li Cizîr, Silopiya, Sûr, Farqîn, Nisêbîn û Kerboranê ye, roj roja hesabpirsîna zarokên Kurd ên sêwî hatin hiştin, pitika di zikê dayikê de hat qetilkirin e, roj roja xwedîderketina li şoreşê, li Kobanê, li Rojava ye. Roj ew roj e ku bi ruhê Kobanê li kolanan hesab ji dewleta Tirk were pirsîn e..." CDK-F'ê diyar kir ku 26'ê Kanûnê roja Şemiyê saet di 14:00 de li Parvis des Libertés et des Droits de l'Homme (Trocadero Tour Eiffel ) wê mîtîng were lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.