Cansiz, Dogan û Şaylemez li Dresdenê hatin bîranîn

Li bajarê Elmanya Dresdenê, ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, li Prager Strasse'yê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di bîranîna ku Elman jî beşdar bûn de, meşale hatin pêxistin, belavok hatin belavkirin û xwendin. Hat ragihandin, ku heta komkujî were ronîkirin, ew ê çalakî bidomin. Çalakgeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmên "Ji berxwedana li Kurdistanê re hezar silav", "Bijî berxwedana Kurdistanê", "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" berxwedana li Kurdistanê silav kirin û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.

...