'Çalakiyên gerîla yên heta niha hatine kirin, hê çalakiyên destpêka pêngavê ne'
Gerîlaya YJA Starê bal kişand ser encamên girîng ên berxwedana YPS/YPS Jinê û destnîşan kir, çalakiyên fedaî yên heta niha ji aliyê gerîla ve hatine lidarxistin, bi tenê çalakiyên bersivdayînê ne.
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 28 gulanê 2016, 13:03
Gerîlaya YJA Starê Rûşen Jiyan berxwedana YPS/YPS Jinê ya li Bakurê Kurdistanê û çalakiyên gerîla ji ANF'ê re nirxand.
Jiyan da xuyakirin, ku di zivistana îsal de li gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê bi taybetî ciwanan berxwedaneke mezin nîşan dan û hînê nîşan didin. Jiyan got, "Têkoşîna li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê ji hev ne qut in. Her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ne. Tevî hemû lawaziyan jî ruhekî neteweyî hatiye afirandin."
Gerîla Rûşen Jiyan diyar kir, ev yekîtiya Kurdan jî bi ruhê berxwedanê yên Sêvê, Mehmet Tûnç û bi sedan şehîdên berxwedana xwerêveberiyê derketiye holê û destnîşan kir, ku hevgirtin û hişyariya di nava civaka Kurd de derketiye holê gelekî watedar e.
Jiyan bal kişand ser berxwedana mezin û çalakiyên watedar ên heta niha hatine kirin û got, "Divê were zanîn, gerîla hê jî dest bi çalakiyan nekiriye. Ev çalakiyên heta niha destpêka pêngavê bûn. Îro em hê jî ji bo aştiya civakî pêşî li gelek çalakiyên fedaî digirin. Çalakiyên fedaî yên niha tên kirin jî, bi tenê ji bo bersivdayînê ne. Ez dubare dikim, gerîla bi hêza xwe ya esasî ve hînê dest bi çalakiyê nekiriye."