Çakir ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin: Ti carî serê xwe netewand

Mahmût Çakir ê 16 salî yê li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Mahmût Çakir ê 16 salî yê li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. 

Li Edeneyê, cenazeyê zarokê bi navê Mahmut Çakir (16) ê ku di 31'ê Çileyê de di çalakiya protestoyê ya êrîşên li Kurdistanê de bi guleya polîsan bi giranî birîndar bibû, vê sibehê jiyana xwe ji dest da, spartin axê. Cenazê Çakir, piştî nimêja cenazeyê ya li Mizgefta Hz.Musa ya li Taxa Barbaros a navçeya Seyhanê, ji aliyê  hezaran kesî ve birin Goristana Kuçuk Oba. 

Ciwanên ku darbesta Çakir dan ser milên xwe, hatin kolana 17040 ya  Bazara Çarşemê ku Çakir rastî êrîşa polîsan hatibû. Piştre girseyê ji Bazara Çarşemê dest bi meşê kir û rê li trafîkê girt. Li taxê, esnafan jî derabe venekirin.

'EZ Ê ALA SOR NEXÎNIM ERDÊ'

Piştî meşê li goristanê bavê Mahmut Çakir, Mehmet Çakir axivî û got "Min tovê berxwedanê ji mêj ve çandibû. Mahmut jî li ser rêya min mezin bû û têkoşîn da. Mahmut ti carî serê xwe li ber kesî netewand." Bavê Çakir diyar kir ku ew ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin û wiha pê de çû: "Ez ê ala sor a di destên Mahmut de nexînim erdê û ti carî ji dijmin re serî netewînim."

Piştî axaftinan Çakir li gel dirûşmeyên, "Rêheval Mahmut nemir e" spartin axê.