Bîranîna li Pirsûsê tê astengkirin

Merasîma bîranînê ya ji bo 33 şoreşgerên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê ji ber êrîşeke hovane ya DAIŞ/AKP'ê hatin qetilkirin, ji aliyê Walîtiya Tirk a li Rihayê ve hat qedexekirin.

Merasîma bîranînê ya ji bo 33 şoreşgerên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê ji ber êrîşeke hovane ya DAIŞ/AKP'ê hatin qetilkirin, ji aliyê Walîtiya Tirk a li Rihayê ve hat qedexekirin.

Ji ber 'qedexeyê' Navenda Çanda Amarayê bi temamî hate girtin. Polîsên Tirk danê sibehê bi bendan dor li Navenda Çanda Amarayê girtin û hemû xebatkarên navendê, tevî nobedaran ji navendê derxistin.

Ev çend roj in Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalet, Hevserokên Şaredariya Pirsûsê, rêveberên ESP, SGDF, DBP û HDP di nav de destûr nayê dayin ku kesek bikeve Navenda Çanda Amarayê.

Dest li ser kêla bîrdariyê danîn ku ji bo şehîdên Pirsûsê Kasim Deprem û Osman Çîçek hatibûn amadekirin.

Di serî de malbatên ku ji Stenbolê hatin, nahêlin malbatan derbasî Pirsûsê bibin. Polîsên tîmên taybet li pêşiya navçeya Pirsûsê bendên kontrolê danîne û welatiyan di kontrola GBT re derbas dikin.

Endamên Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, piştî ku Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag hat wê ji Alîgorê berê xwe bidin Pirsûsê.

Di vê navberê de tê gotin şevê din ji bo bîranîna li Pirsûsê Wezarata Karê Hundir destûr daye, lê belê vê sibehê ev biryar guheriye. Tê gotin, biryar hatiye dayîn ku her kesên bên Pirsûsê werin binçavkirin.

Ji hêla din ve endama Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalat, parêzer Ozlem Gumuştaş ku ji bo bîranînê li Pirsûsê amade bû, bi hinceta "propagandaya rêxistinê" ya ji ber pankartên wekî "Biryara xefkirinê bila were rakirin" û pankarta ku wêneyên 33 rêwiyên azadiyê ku bi Navenda Çanda Amarayê ve hatibûn daliqandin, birin Miduriyetta Emniyetê ya Navçeya Pirsûsê, şevê din, di derengiya şevê de serbest hate berdan.