Bi sed hezaran mirov cenazeyên Şerdil û Şiyar dibin goristana Yenîkoyê-HAT NÛKIRIN

Ciwanên Kurd Şerdil Cengîz û Şiyar Salman ên li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, tên birêkirin.

Ciwanên Kurd Şerdil Cengîz û Şiyar Salman ên li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, tên birêkirin.

Girseya gel cenaze îro danê sibehê ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl wergirt û berê xwe da Parka Koşûyolû. Lê belê polîsan pêşî li gel girtin.

Polîsên Tirk ji gel xwestin, ku cenazeyên her du ciwanan yekser bibin Goristana Yenîkoyê. Lê belê girseya gel diyar kir ku ew ê cenazeyan di destpêkê de bibe Parka Koşûyolû û dûre bibe goristanê. Gel xaçerêya 75. li çûn û hatinê girt.

Li ser nerazîbûna malbatan û gel, polîsên Tirk bendên xwe rakirin. Girseya gel cenazeyan dibe Parka Koşûyolû. Her du cenaze li vê derê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.

Li pêşiya Peykerê Jiyanê, merasîmek ji bo cenazeyan hat lidarxistin. Bi deh hezaran mirovên li merasîmê amade, nimêj kirin.

Piştre girseya gel darbestên Şiyar û Şerdil hilgirt ser milan û ber bi Goristana Yenîkoyê ve dest bi meşê kir.

Leşker û polîsên dewletê xwe vekişandin qereqolên xwe. Bi sed hezaran mirov, cenazeyên her du ciwanan bi qîrîna dirûşmên "Tolhildan" dibin Goristana Yenîkoyê.

...