Bi hezaran Ezazî xwe davêjin Efrînê
Bi hezaran kesên ji Ezazê ji ber şerên dijwar ên mabeyan çeteyên DAIŞ û SÛK’ê derbasî kantona Efrînê dibin.
Bi hezaran kesên ji Ezazê ji ber şerên dijwar ên mabeyan çeteyên DAIŞ û SÛK’ê derbasî kantona Efrînê dibin.
Çeteyên DAIŞ’ê ji vê sibehê ve 12 gund û gelek wargehên penaberan ên li rojhilatê Ezazê bi dest xistin, xwe nêzî gundê Sîco yê 500 metreyan dûrî Ezazê kirin.
Bi hezaran sivîl ji Ezazê yên dibin qurbaniyên şerên navbera çeteyên DAIŞ’ê û qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (SÛK), ji herêmê reviyan û berê xwe dan Efrînê.
Li gor çavkaniyên ANHA’yê, ji danê sibehê ve nêzî hezar kesên ji Ezazê gihişt Efrînê.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku di 3 rojên dawî de hejmara welatiyên ji Ezazê derbasî Efrînê bûne 6 hezar 124 kes in.