'Bi hesabê hilbijartinê dixwazin mafê welatiyê bidin Sûriyeyiyan'

Hevserokê GOÇ-DER'ê Yilmaz Kan diyar kir, dayîna mafê welatiyê ji penaberên Sûriyeyî re, hesabê hilbijartinê ye û bang li her kesî kir ku di vî warî de hişyar bin û bikevin nava tevgerê.

Hevserokê GOÇ-DER'ê Yilmaz Kan got, "Dayîna mafê welatiyê ji 3 mîlyon Sûriyeyiyên ji ber şerê navxweyî hatine Tirkiyeyê, ne ji ber sedemên însanî yan jî wijdanî ye. Ev yek xizmetê ji polîtîkayên AKP'ê re dike." Kan da xuyakirin, ku sedema hatina penaberan, desteka sergirtî ya AKP dide DAIŞ'ê ye û anî ziman, penaber weke hêza bi erzanî dixebite, tê dîtin.

AKP DIXWAZE REWŞA DEMOGRAFÎK A KURDISTANÊ BIGUHERÎNE

Kan destnîşan kir, ku yek ji sedemên herî girîng ên dayîna penaberiyê ji 3 mîlyon Sûriyeyiyan re, daxwaza guhertina demografiya Kurdistanê û pêşîvekirina li asîmîlasyonê ye. Kan got, "Li Kurdistanê, piştî şerê salekê, dewletê dest daniye ser cihên weke Nisêbîn, Sûr, Gever, Şirnexê, dixwaze Kurdan asîmîle bike, di navbera navbera Kurdan û Ereban de aloziyê derxîne û ji bo vê jî li herêmê TOKÎ yan jî malan ava bike û Sûriyeyiyên welatîbûnê bidin wan, li van deveran bi cih bike. Eger hikûmet ji dil be, yanî eger niyeta xwe însanî be û ji bo alîkariyê be, wê demê bila TOKÎ'yan li Îzmîr, Enqere û Bolûyê jî çêbike û qet nebe nîvê van Sûriyeyiyan li wan deran bi cih bike."

DIVÊ POLÎTÎKAYA KOÇ Û NIFÛSÊ YA TIRKIYEYÊ BAŞ WERE FÊMKIRIN

Kan got, "Sedema bingehîn a dayîna welatîbûnê ji 3 mîlyon Sûriyeyiyên ku beriya niha hatibû gotin, wê vegerin welatê xwe, hesabê hilbijartinê yê desthilatdariya AKP'ê ye" û wiha dewam kir: "Ji Plana Şark Îslahat a koçberkirina bi zorê heta valakirina gund û bajaran, pêleke koçberiyê ya qirkirina çandî, asîmîlekirin û tinekirina Kurdan tê meşandin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin, ku polîtîkayên koç û nifûsê yên li Tirkiyeyê baş fêm bikin û li hemberî vê bikevin nava tevgerê."

...