Bi beşdariya fermandara YPJ'ê li Drancy civîna gel

Li Banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, bi tevlîbûna ji fermandarên YPJ'ê Îman Derwîş û endama Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat, civîneke gel hat lidarxistin.

Li Banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, bi tevlîbûna ji fermandarên YPJ'ê Îman Derwîş û endama Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat, civîneke gel hat lidarxistin. Fermandara YPJ'ê Îman Derwîş li civînê axivînê û got, "Tevlîbûn an jî netevlîbûna me li civîna Cenevreyê ewçend girîng nîne. Em gelekî bi vîna xwe tevdigerin e û xwedî wê hêz û baweriyê ne, ku bersivê bidin her şêwe êrîşên li dijî Rojava."

Di civîna ku zêdeyî 200 Kurdistanî lê amade bûn de fermandara YPJ'ê Îman Derwîş da xuyakirin, ku wan Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê afirî, bi cîhanê dan bihîstin û destnîşan kir, ku wan li dijî çeteyên barbar ên dijminê jinê DAIŞ'ê têkoşîneke xurt meşandine û nehiştine ev çete û destekvanên vê çeteyê bigihêjin armanca wa.

Derwîş di dewama axaftina xwe de got, "Şoreşa Rojava ne tenê ya Kurdan e, şoreşa tevahiya Rojhilata Navîn e. Me li Kobanê bi sedan şehîd dan. Hêzên YPJ/YPJ ên bi lehengî li ber xwe dan, ronahî ji me re anîn."

Derwîş piştre bersiv da pirsên beşdaran.

...