Beton rijandin ser gorên antîk
Li Xelfetiyê, li cihê ku ji ber bendavê maye, otel tê çêkirin. Derket holê ku ev otel li ser gorên antîk tê çêkirin.
Li Xelfetiyê, li cihê ku ji ber bendavê maye, otel tê çêkirin. Derket holê ku ev otel li ser gorên antîk tê çêkirin.
Li Xelfetiya ku bi xemla xwe ya xwezayî û dîrokî balê dikişîne, her bi xeteriyan re rû bi rû ye. Qada sîtê ya ji ber bendava li herêmê tê çêkirin maye, pêşkêşî şîrketên taybet hat kirin. Derket holê ku ev şîrketa taybet jî li vê herêma di kolandinên sala 2010'an de 8 gorên antîk lê derketin holê, otelê çêdike.
Tevî zerara bendava li Xelfetiyê zerarê dide hawirdorê û mirovên li herêmê, erdê ji ber vê bendavê mayî jî ji bo rantê pêşkêşî şîrketên taybet hatiye kirin. Bi otela li vê derê tê çêkirin re, erdê mayî jî tê qetilkirin.
LI SER 8 GORÊN ANTÎK HAT ÇÊKIRIN
Xelfetî ku endamê Yekîtiya Bajarên Dîrokî û Cîttaslow (Bajarê Bêdeng) ê li cîhanê navdar e, li herêma sît a li ser girê wê, destûr hat dayîn ku otel bê çêkirin. Otela ku zerarê dide xeml û rewşa dîrokî ya navçeyê, li gorî rêvebernameya ÇED'ê, dikeve nava qada bendavê. Her wiha tevî ku Wezareta Hawirdorê erê nekiriye jî, tê çêkirin. Otel di heman demê de li ser gorên dîrokî tê çêkirin. Di sala 2010'an de di bin çavdêriya arkeolog Hamza Gurluce de ji aliyê Midûriyeta Muze ya Rihayê ve, li herêma otel lê hat çêkirin di kolandinan de 8 gorên antîk hatibûn dîtin û ev vedîtin bi awayekî fermî hatibû tespîtkirin.
JI BO AVAHIYA DÎROKÎ GOTIN 'QEDEXE' YE, LÊ PÊŞKÊŞÎ OTELÊ HAT KIRIN
Li aliyê din, rûspiyên navçeyê, ji bo ku di nava ava bendavê de nemîne xwestin Avahiya Feyzûllah Efendî ya dîrokî ji bo cihê niha yê otelê bê veguhastin serlêdan hat kirin. Lê belê Wezareta Hawirdorê ji rûspiyan re got, 'qedexe ye, hûn nikarin tiştekî bikin' û daxwaza wan red kir. Ev yek nîşan dide ku çêkirina otelê berî demeke dirêj hatiye plankirin.
'LI QADA DÎROKÎ OTELEKE SOSRET ÇÊKIRIN'
Mehmet Emîn Sakar (58) ê li Taxa Çekem a Xelfetiyê dijiya, lê belê ji ber bendavê neçar ma cih û warên xwe biterikîne, da xuyakirin ku otela li vê herêmê, qetilkirina xwezayê ye. Sakar diyar kir ku pêwîstiya Xelfetiyê ji aliyê tûrîzmê ve bi otelekê heye, lê belê divê ev otel zerarê nede xeml û rewşa dîrokî ya Xelfetiyê.
'BENDAVÊ JIYAN LI ME HERIMAND'
Sakar da xuyakirin ku Xelfetî bi rewşa xwe ya mîmarî û xemla xwe ya xwezayî re navçeyeke mirovan mest dike ye û got, "Li pêşberî vê bedewiya xwezayî ya Xelfetiyê, çêkirina tiştekî bi vî rengî li ser girê navçeyê, ji bilî sosretiyê nayê wateya tiştekî. Ev otela ku bi ti awayî li rewşa Xelfetiyê nayê, ji aliyê Xelfetiyan ve nayê qebûlkirin. Ji xwe em mexdûrên Bendava Bîrecîkê ne. Vê bendavê hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê aboriyê ve jiyan li me herimand. Em li dij vê bendav û otelê ne."