Berxwedana li Kurdistanê li 3 navendên Awûstûyayê hat silavkirin

Li bajarên Awûstûrya Viyana, Înnsbruck û Lînzê, komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Li bajarên Awûstûrya Viyana, Înnsbruck û Lînzê, komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.

ÎNNSBRUCK: Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê, "qedexeyên derketina derve" û qetilkirina sivîlan li Kurdistanê, hatin şermezarkirin. Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve hat organîzekirin de der barê "qedexeyên derketina derve", qetilkirina sivîlan û bicihkirina hejmareke zêde ya leşkeran li Kurdistanê de belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de wêneyên avahiyên dîrokî yên ji ber "qedexeya derketina derve" zerar dîtin û pankarta bi nivîsa "Li Sûr, Cizîr û bajarên din ên Kurdistanê komkujî heye" hatin vekirin. Li ser navê Ciwanên Azad Tîrolê Rojda Koçgirî û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Înnsbruckê Dener Dêrsim axivîn. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya xwerêveberiyê.

VIYANA: Li paytext Viyanayê jî li ber avahiya Parlamentê çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Viyana ve hat organîzekirin û berxwedana gelê Kurd hat silavkirin. Bi sedan kesan dirûşmên "Xendek rûmeta me ne", "Bijî berxwedana gel", "Bijî berxwedana YDG-H" xwerêveberî û gelê berxwedêr silav kirin. Di axaftinên liv ê derê de hat ragihandin ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn li kolan û qada dîplomasiyê van komkujiyan vebêjin. Îro jî wê bi pêşengiya Ciwanên azad standa agahdarkirinê were vekirin û ji bo mîtînga roja Şemiyê jî banga tevlîbûnê hat kirin.

LÎNZ: Li Taûbenmarkt a Lînzê, ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyê Kurdan û dostên wan mîtîngek lidar xistin. Di axaftinên li mîtîngê de hat gotin, "Dewleta Tirk a faşîst bi armanca tinekirinê bi çekên giran êrîşî qadên xwerêveberiyê dikin. Ji bo komkujî li van bajaran rû nede, girîng e her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, li dijî vê rewşê derkevin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku dakevin qadan."

...