Berxwedana li Kasrîkê didome

Nobeda li bajarokê Kasrîkê ya ji bo rakirina dorpêçiya li Cizîrê, dewam dike.

Ji bo rakirina dorpêçiya li ser Cizîrê û wergirtina birîndaran, berxwedana li bajarokê Kasrîk ê Şirnexê hat destpêkirin, dewam dike.

Ji ber ku bi fermana Walîtiya Şirnexê hemû rê duh li çalakgeran hatin girtin, li gundê Çemêşemû çalakiya nobedê destpê kir. Girseya gel nîvê şevê li erdê kêleka rê agir dada û nobed girt. Îro jî girse hat meydana gund û ji bo çalakiya xwe kon vedide.